Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê yên Êlihê li dijî hilweşandin û talankirina Heskîfê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan êrîşî ciwanan kir û 33 kes binçav kirin
Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê ji bo şermezarkirina hilweşandin û talankirina warê dîrokî Heskîfê xwestin li Heskîfê daxuyaniyê bidin. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP’ê yên Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdinç jî amade bûn. Dema ku ciwanan xwest daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin.
Di encama êrîşa polîsan de yek jê rojnameger û 32 jî endamên ciwanên HDP’ê, bi giştî 33 kes hatin binçavkirin. Polîsan rojnameger Sonya Bayik û 32 ciwanên HDP’î bi lêdanê binçav kirin.
Polîsan wêneyê nasname rojnamegeran jî kişandin. ÊLIH