Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rohat Aktaş jî di nav de li 27 rojnamegerî lêpirsîn!

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê hat kuştin û 26 xebatkarê wê de lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a tekane li Tirkiyeyê weşana bi kurdî dikir û di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin lêpirsîn da destpêkirin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Ramazan Olçen, Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban, Midûrê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin, dîsa Midurên Karê Nivîsê yên rojnameyê Metîn Gul û Yildirim Temel ku niha girtî ne û 24 rojnameger û xebatkarên wê xistin ber lêpirsînê. Dozgeriyê bi hêcetên “Propaganda rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin û heta niha îfdeyên 6 rojnameger û 3 xebatkarên wê li emniyeta Amedê hatiye girtin.

Li 27 xebatkarî lêpirsîn

Emniyetê navên ku xwest biçin îfade bidin wiha ne: “Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Ramazan Olçen, Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban, Metîn Gul, Yildirim Temel, rojnameger  Bişar Durgut, Mehmet Çetîn Altûn, Zeynel Abîdîn Bulut, Emrah Kelekçîer, Melek Bozan, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun. Xebatkarên rojnameyê; Elfesiye Baran, Ferît Koyluoglu, Hamza Bîçer, Cîhan Îpek, Haci Yusuf Topaloglu, Serdar Kale, Ozkan Ozbayhan, Seydoş Dayan, Welat Yalçin, Velat Oztekîn, Mehmet Emîn Kaya, Sadik Araz, Harûn Aydin, Mehmet Şah Aydemîr û Mehmet Selîm Azçalişan.”

Rêxistinê ji wan pirsîn

Heta niha rojnameger Bişar Durgut, Mehmet Çetîn Altûn, Zeynel Abîdîn Bulut, Emrah Kelekçîer, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun û û xebatkarên rojnameyê Elfesiye Baran, Mehmet Şah Aydemîr û Velat Oztekîn çûne îfade dane Şaxa TEM’ê ya emniyeta Amedê. Polîsan di îfade girtinê de ji rojnamegeran ka têkiliya wan bi rêxistinê re heye an na, ka kesên di nava rêxistinê de xebatê birêve dibin nas dikin an na ji wan pirsîne. Rojnameger û xebatkarên rojnameyê di îfadeyên xwe de tewanbariya li ser xwe qebûl nekirin.

Li Aktaşê mirî jî lêpirsîn

Balkêşe ku Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di sibata 2016’an de li Cizîrê di jêrzemînê de hat kuştin jî di nava lîsteya lêpirsînê de cih digire.

Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûr di kêliya ku rojnamegeran îfade didan de polîsan jê re gotine ku haya wan ji mirina Rohat Aktaş heye. Dozên beriya niha derbarê Aktaş de vebûbûn yek bi yek betal bûbûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar