Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku hikûmeta AKP’ê civak xistiye nava alozî û şerekî kûr. Çîfyurek da zanîn ku peyama Ocalan a ji bo lihevkirina civakî bangekî di cih de ye û wiha got: “Pirsgirêka kurd divê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ger ku dewleta wêneyê li Samsûnê esas bigire, divê siyaseta kurd jî tifaqa neteweyî ku Ocalan esas digire, ava bike.”
Bi hezaran çalakvanên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Di hevdîtinên di 2’ê gulanê û 22’yê gulanê yên Ocalan ên bi parêzerên wî de peyamên girîng hatin parvekirin. Di peyama di 2’yê gulanê de Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi hevre peyamek hevpar belav kirin û bal kişandin ser 7 xalên çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet. Ocalan, di deklarasyonê de xwest bi rêya siyaseta demokratîk, aştiya bi rûmet û li hevkirina civakî ev pirsgirêk çareser bibe.
Têkildarî peyamên Ocalan, sekna siyaseta kurd û helwesta hikûmeta AKP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî. Çîfyurek destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan her dem li dijî zagon, hiqûq û mirovahiyê ye. Çîftyurek wiha domand: “Çalakiya greva birçîbûnê berxwedaneke mezin bû. Raste ji ber çalakiyan gav hatin avêtin lê tecrîd bi dawî nebû. Ji ber polîtîkayên hikûmetê, di nava civakê de alozî û pevçûnekî kûr heye. Li dijî vê rewşê jî Ocalan pêşniyara lihevkirina civakî dike. Ji bo vê jî xwest her kes bikeve nava hewldanan. Banga Ocalan, bangekî di cih de ye.”
‘Kurd alîgirên şer nînin’
Di berdewamê de Çîftyurek daxuyand ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên gûftûgoyê bê çareserkirin û wiha derbirî: “Gelê kurd alîgirê şer nîne. Vaye 150 salin kurd di nava hêsir, xwin û êşê de ne. Kurd çareseriyekî demokratîk û aştiyane dixwazin. Di sala 2013’an de mase qelibandin. Divê dîsa wisa nebe. Dewleta tirk niha li başûrê Kurdistanê bi awayekî fîîlî heye. Kurdên li Sûriyeyê dibêjin; ‘Em tenê bi mafên çandî razî nabin’ û qada mafên xwe fireh kirine. Mafê gelên din jî dixwaze. Lê Tirkiye dixwaze li dora van mafan dîwaran ava bike û mafê kurdan bi tepisîne. Ev meseleye êdî nayê tepisandin. Pirsgirêka kurdan êdî bûye pirsgirêka Kurdistanê.”
Wêneyê li Samsûnê
Çiftyurek bal kişand ser wêneyê Erdogan ê di 19’ê gulanê de li Samsûnê kişandî û ev tişt anî ziman: “Ger ku di demên pêş de pirsgirêka kurd bikeve rojevê, dê weke projeya dewletê bînin rojevê. Dê ji înîsiyatifa Erdogan derxînin û aktorên nû bikevin dewrê. Ocalan di sala 2013’an de helwestek nîşan da. Di peyama xwe ya dawî de jî heman helwest dubare kir. Xuyaye ku hev helwest kûrtir û berfirehtir kiriye. Gelê kurd di vê pêvajoyê de destkeftiyên xwe parast. Her çareseriya siyasî ne dubarekirina ya berê ye. Em ê niha wêneyê li Samsûnê hatiye kişandin temaşe bikin. Bê ka tabloyeke çawa li pêşiya me ye. Ger ku vî wêneyî derxin pêşiya me, divê siyaseta kurd jî tifaqeke neteweyî ku Ocalan esas digire, ava bike.”
Hilbijartina 23’yê hezîranê
Der barê hilbijartina 23’yê hezîranê jî Çîftyurek wiha derbirî: “Divê tifaqên Cumhur û Mîllet xwe bêhtir nêzî çareserkirina pirsgirêka kurd bikin. Lê tifaqa AKP-MHP’ê berevajî vê, ji lihevkirina demokratîk dûr e. Hêvîdarim peyamên AKP’ê yên ji bo kurdan tenê ji bo hilbijartina Stenbolê nebe. Ger ev helwest piştî 23’yê hezîranê jî dom kir, dê banga Ocalan jî bê bersiv nemîne. Ji bo ku pirsgirêka di çarçoveya siyaseteke demokratîk de bê çareserkirin, şert û merc pêş ketine. Temenê AKP’ê dê di hilbijartina 23’yê hezîranê de diyar bibe.” AMED