Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, ber bi Girava Îmraliyê ve rê ketin.
Buroya Hiqûqêya Asrinê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya twîtterê agahî da û ev tişt parve kirin: “Parêzerên buroya me Prz. Newroz Uysal û Prz. Rêzan Sarica îro (12.06.2019) bi boneya bi muvekkîlê me birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Em cemaweriyê agahdar dikin.” STENBOL