PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG: Li konvoya leşkerî hate xistin 20 leşker mirin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Amed, Xakurkê û Serhedê derbên giran li leşkerên tirk xistine. Li gorî HPG’ê li Xakurkê herî kêm 4 û li Serhedê jî herî kêm 20 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarên çalakiyên li Amed, Xakurkê û Serhedê daxuyanî da. HPG’ê aşkera kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk xistine û herî kêm 24 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xakurkê berxwedaneke dîrokî tê kirin û ev tişt hatin diyarkirin:“Hêzên me li dijî tevgera dagirker a dewleta tirk a ku li Xakurkê daye destpêkirin, bi berxwedaneke dîrokî têdikoşin. Artêşa tirk a dagirker ji Xakurkêheta Serhedê derbên giran dixwe û windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Hêzên dagirker ên ku hemû derfetên xwe seferber kirine li hemberî qadên gerîlayan têk diçin. Artêşa tirk a dagirker li Xakurkê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Hêzên me li qadê Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya dabûn destpêkirin û 11’ê hezîranê de nîvro li Geliyê Ermûşê yekîneyên operasyonê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 15.00’an de ji 3 milan ve li hêzên dagirker dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên taarûzê û obûs û hawanan li qadê daye û êvarî jî mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”

Li konvoya leşkerî hate xistin

Di berdewama daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li Serhedê herî kêm 20 leşker kuştine û ev agahî par ve kir: “Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li ser rêya Bazîd û Îdirê, yekîneya dijmin xistine bin kontrola xwe û di 11’ê hezîranê saet di 06.30’an de li panzêrê û kamyonekê dane ya ku 30 leşker tê de bûn. Ev kamyon îmha bûye û panzêrê jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan li qadê daye û bi gelek ambûlansan leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Hêzên me yên HPG, YJA Star û HBDH’ê ev çalakî li dar xistine û bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”

Li Amedê çalakî û kontrola rê

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li Amedê rê kontorl kirine û li dijî leşkeran çalakî li darxistine. Di berdewamî ev tişt aşkera kir: “Di 9’ê Hezîranê de saet di 19.20’an de hêzên me li yekîneyeke artêşa tirk a dagirker dane ya ku ewlehiya bendava Farqînê dikin. Di vê çalakiyê de bi hêzên me li kûleya leşkeran daye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa tirk a dagirker nehatine tespîtkirin. Di 10’ê hezîranê de saet ji 19.00’an heta şev, hêzên me di navbera Pasûra Amedê û Mûşê rê kontrol kiriye. Hêzên me di vê çalakiyê de rê ji trafîkê re girtine û derbarê pêvajoyê gel agahdar kirine.”

Êrîşên hewayî

Li ser êrîşên hewayî jî HPG’ê ev agahî da: “Di 12’ê nîsane de saet di 07.00’an de balefirên artêşa tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê çalakiyê de tiştek bi hêzên me nehatine.” BEHDÎNAN 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar