Li Dêrsimê ku bi nebatan deşt û zozanên xemilîne, guldexûn bedewî û xweşikbûneke bêhempa lê bar dikin
Dêrsim ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi benat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Li gorî lêkolînên zanyariyî, li Tirkiyeyê zêdetirî 13 hezar nebat hene û ji evana zêdetirî 3 hezar jê nebatên endemîk in. Li floraya Dêrsimê jî hezar û 600 nebat hene û ji evana 293 jê nebatên endemîk in.
Guldexûnên ku li quntarên çiyayê Dersimê şîn tên, bi bedewiya xwe rengekî cuda li xwezaya bajêr bar dikin. Guldexûn ku di meha Adar û Nîsanê de şîn tên, di dawiya meha Hezîranê de jî diçilmisin. Niha êdî wexta wan a xatirxwestinê hatiye û hêdî hêdî diçilmisin.
Xwezahez Haydar Çetînkaya bal kişand ser girîngî û wateya guldexûnan. Çetînkaya diyar kir ku li xwezaya Dersimê guldexûn yek ji nebatên ku pir nayên dîtin. Çetînkaya anî ziman ku li herêmê guldexûn wekî “kulîlka huznê” jî tên binavkirin û li gelek bajarên herêmê jî şîn tên. Çetînkaya anî ziman ku guldexûnek nêzî 7 gulan vedike û di baweriya elewîtî û xristiyaniyê de kulîlkeke pîroz e. Çetînkaya bilêv kir ku guldexûn li ber tunebûnê ne û divê bên parastin. DÊRSIM