Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Soylû hedef girt dozger muebeta giran xwest

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tûral jî di nav de 8 jê HDP’î 12 kes hedef girtibûn. Dozger, der barê kesên navborî de bi îdiaya “dadgeha gel ava kirine” îdianame amade kir û xwest cezayê muebeta giran li wan bê birîn

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tûral jî di nav de 8 jê HDP’î 12 kes hedef girtibûn. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî der barê kesên navbirî de îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 12’an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir.  Di îdianameyê de Tûral û Namzetê Meclisa Şaredariya Seyhanê Huseyîn Beyaz bi îdiaya “xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê”, “bi şidet û cebîrê binpêkirina azadiya kes”, “li ser navê kesên rêxistina sûcî gefxwarin” û “avakirina rêxistin û rêvebirina rêxistin”; Endamê Meclisa Şaredariya Seyhanê yê berê Enver Okmen, rêveberên bajêr M. Saît Eren, Alî Arslan, Yaşar Demîr û endamên HDP’ê Ahmet Alak û Mûstafa Yildiz jî bi îdiaya “xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê”, “bi cebîr û şidetê binpêkirina azadiya kes”, “li ser navê kesên rêxistina sûcî gefxwarin” û “endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û hat xwestin ku ev kes bi cezayê muebeta giran bên tawanbarkirin.

Her wiha Sîraç, Veysî, Ridvan û Mehmet Alî Alak jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine”, “bi cebîr û şidetê binpêkirina azadiya kes” û “li ser navê kesên rêxistina sûcî gefxwarin” hatin tawanbarkirin.

Di îdianameyê de îfadeyên şahid Mehmet Alî Temek û şahidê nepen WACD21EN cih girtin. Di îdianameyê de HDP’iyên xwestin pirsgirêka di navbera Mehmet Alî Temel û Ahmet Alak ku di warê bazirganî de li hev nekirine çareser bikin, bi “avakirina dadgehê” hatine tawanbarkirin.

Wê danişîna ewil a dozê di 10’ê tîrmehê li Dadgeha Cezayê Giran a 12’an a Edeneyê pêk bê.  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar