Balafirên artêşa tirk duh gundê Guhersê, navbera gundên Sergelê û Kanê û ketina navçeya Amediyeyê bombebaran kir. Di bombebaranê de tevî benzînxaneyekê, xeta avê ya Amediyeyê jî zirarekî mezin dît
Balafirên arteşa tirk duh li 3 herêmên Amediyê ya Duhokê cihên sivîlan bombebaran kirin. Di van êrîşan de artêşa tirk benzînxaneyek û navenda xeta avê ya Amediyeyê hedef girt.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, balafirên şer ên artêşa tirk duh di saetên ber êvarê de 3 herêmên Amêdiyê ku bi sedan sivîl lê dijîn, bombebaran kirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku balafiran gundê Guhersê, navbera gundên Sergelê û Kanê ku li ser rêya sereke ya di navbera Duhok, Amêdiyê, Şeladizê û Dêralokê de ne û her wiha daketina navçeya Amêdiyeyê bombebaran kir.
Di hersê bomberanan de ziyanên mezin gihîşt mal û milkê welatiyan. Di bombebarana li daketina Amêdiyê de li gel benzînxaneyekê, navenda xeta avê jî bû hedefa balafirên artêşa tirk. Di êrîşê de xeta avê ya Sergingê, Bamernê, Qedîş û tevahiya herêma Amediyeyê ziyanekî mezin dît. DUHOK