Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şandeya rêveberiya xweser bi Tevgera Goran re hevdîtin kir

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh ji bo çend hevdîtinan derbasî başûrê Kurdistanê bû. Şande îro jî bi Tevgera Goran re civiya. Piştî civînê hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û got ku divê li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, gelê kurd bi hemû hêzên xwe, xwedî heman helwestê be

Şandeyeke ku ji serok û rêveberên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin, duh çû başûrê Kurdistanê. Di çarçoveya serdanên partiyên siyasî û derdorên cuda de, şandeyê îro li Silêmaniyê Navenda Giştî ya Tevgera Goran ziyaret kir. Şande ji aliyê serokê Tevgera Goran Umer Seyîd Elî û çend rayedarên din ên Tevgera Goran ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de mijarên weke ‘girîngiya yekitiya neteweyî û helwesta hevpar a kurdan a li dijî dagirkeriya dewleta tirk’ hatin nîqaşkirin. Piştî hevdîtinê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen daxuyanî da. Hesen got ku li her çar parçeyên Kurdistanê kurd di qonaxekî girîng re derbas dibin. Hesen da zanîn ku dijminatî û dagirkeriya dewleta tirk jî li hemû deveran berdewame.

‘Dagirkeriya li Efrînê çi be ya li Başûr jî ew e’

Hesen diyar kir ku li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, hewcehî bi helwesteke hevpar ê gelê kurd heye û wiha pê de çû: “Dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê çawa bû, li başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî ye. Lewre li kuderê dibe bila bibe, pêwîste em bi helwestekî yekgirtî li dijî êrîşan bisekinin.”

Şandeya bakur û rojhilatê Sûriyeyê îro dê biçe serdana Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK). Tê payîn ku şande dê li başûrê Kurdistanê çend rojan bimîne û hevdîtinan bike. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar