Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin

Meclisên Ciwanan ên HDP’ê, dê derbarê derpkirin û binçavkirinên endamên xwe yên li Heskîfê de, serlêdana sûc bikin

Meclisên Ciwanan û Ciwanên Jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, derbarê endamên xwe yên li Heskîfê rastî mudaxileya polîsan hatin, hatin binçavkirin û derp kirin de, li ber avahiya partiya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementer Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Omer Ocalan, Mûrat Sarisaç, rêveberên HDP’a bajêr û endamên meclisên ciwanan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Omer Almaç, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di 12’ê hezîranê de me xwest em bi rêveberiyên Êlih û Amedê re ji bo Heskîfê banga hestiyarê bikin. Îro dixwazin Heskîfê bi Bendava Ilisû re dibin avê de bihêlin. Ji bo ku em xwedî mîrateya çand û dîroka Heskîfê derbikevin, me xwest em daxuyaniyekê bidin. Lê 500 kesan bi tundî mudaxileyê me kirin. 30 ciwanên endamên  meclisa me, rêveberiyên Amed û Êlihê rastî êrîşên faşîzan hatin. Berî ku daxuyanî bê destpêkirin, bi awayekê hovane êrîşî me kirin. Hemû hevalên me ji guleyên plastîk, gaza îsotê û copên polîsan bi bandor bûn.”

Almaç da zanîn ku ewê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin û wiha got: “Ev êrîş dê tu carî em têk nebin. Berevajî em hîn zêdetir bi hêz dibin.”

‘Ne bindest bin, azad bin

Almaç da zanîn ku çi dibe bila bibe, ewê li her derê, li dijî îşkence û hişmendiya dijminantiya xwezayê derbikevin. Almaç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku bi şîara “Ne bindest bin, azad bin” xwedî li Heskîfê, derbikin.

Daxuyaniya çepemeniyê bi berzkirina dirûşmeyên “Zext dê me bêzar neke” û “Bi berxwedanê em ê qezenc bikin” bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar