Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Sedema bêdengiyê PDK û YNK’ê ya li dijî dagirkeriyê berjewendî ne’

Parlamenterê Tevgera Goran ê berê Mihemed Reza Emîn diyar kir ku heta ku YNK û PDK berjewendiyên xwe yên bi hêzên ku Kurdistan parçe kirin re qut nekin, dê ji bo Kurdistanê nekarin tiştekî bikin. Emîn got ku YNK’ê li hemberî destpêkirina seferên balafirgeha Silêmaniyê, soz daye dewleta tirk ku dê dengê xwe ji dagirkeriyê re neke

Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Iraqê yê berê û nivîskar Mihemed Reza Emîn têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axîvî. Emîn diyar kir ku partiyên desthilatdar ên li başûrê Kurdistanê li ser rejîmên herêmê parve bûne.

Emîn da zanîn ku nepêkane ku PDK û YNK bikarin sozên xwe bi cih bînin û wiha dom kir: “Bi hêzên ku Kurdistan parçe kirin re berjewendiyên wan ên hevbeş hene. Lewre heta ku ev berjewendî hebin, dê ev partî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nekarin tu tiştekî bikin.”

Baregehên artêşa tirk

Di berdewamê de jî Emîn bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr û ev nirxandin kir: “Di salên 1990’an de PDK û YNK’ê bi keyfxweşî dewleta tirk anî başûrê Kurdistanê PDK ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Niha jî dewleta tirk li herêmên sînor ên Herêma Kurdistanê  û parêzgeha Mûsilê, nêzî 30 baregehên leşkerî ava kirine. Li gorî min, YNK’ê li hemberî destpêkirina seferên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, soz da dewleta tirk ku dê dengê xwe ji dagirkeriyê re neke û rê nede PKK’ê.”

‘Saziyên Başûr bê îrade ne’

Herî dawî jî Emîn ev tişt destnîşan kir: “Saziyên Herêma Kurdistanê bêîrade ne. Lewre jî li dijî dagirkeriyê bêdengin. Hêzekî niştimanî nîne ku sînorên welat biparêz e. Ev partî vaye 28 desthilatdarin û xwedî hêzên çekdarî ne. Lê ev hêz negirêdayî niştiman, girêdayî wan in. Ev jî rê li ber dagirkeriyê vedike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar