AKP-MHP û CHP’ê helwesteke hevpar girtin û di rêveberiya TBB’ê de cih nedan HDP’ê. HDP jî li ser vê yekê hilbijartinên TBB’ê şermezar û bêyî ku deng bi kar bîne ji eywana ku hilbijartin lê pêk dihat veqetiya
Hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ku li Enqereyê pêk dihat bi dawî bûn. Di encama hilbijartinê de 9 encumen ji AKP’ê re, 4 encumen ji CHP’ê re û 2 encumen jî ji MHP’ê re hatin veqetandin û biryar hat dayîn ku ji HDP’ê re encumen neyê veqetandin. Li ser vê yekê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen jî di nav de heyeta HDP’ê hilbijartinan şermezar kir û ji eywana ku hilbijartin lê pêk dihat veqetiya.
HDP tune hesibandin
Hevşaredar Bîlgen têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bi biryara hevpar a endamên AKP, CHP û MHP’ê encumen ji HDP’ê re nehat veqetandin û bertek nîşanî biryarê da. Bîlgen destnîşan kir ku bi tunehesibandina HDP’ê rêveberiyê ava kirin û wiha got: “Di şertên asayî de Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê li gorî gelheya şaredarî û dabeşiya herêman tê kirin. Lê tenê encumenekî jî nedan HDP’ê. Ji ber ku li derveyî usûlê tevgeriyan û me tune hesibandin û rêveberiyê ava kirin, me jî hilbijartinê şermezar kir.” ENQERE