Parlamentera Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb li Parlamentoyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk daxuyanî da û daxwaznameyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kir. Herwiha bang li Serokê Parlamentoyê kir ku bi rêya Wezîrê Derve yê Iraqê bang li bolyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bike û nameya şemerzarkirinê pêşkêş bike
Parlamentera Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb îro li Parlamentoya Iraqê li ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê daxuyanî da û daxwaznameyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Yusra Receb aşkera kir ku li gorî madeya 1 a destûra Iraqê dagirkeriya dewleta tirk şikandina rûmet û serxwebûna dewleta Iraqê ye û wiha got: “Li gorî madeya 109 a beşa 2 ya madeya 110 ya destûrê parastina sînoran erka taybet a hikûmeta Iraqê ye. Li ser vî bingehî ku Adil Ebdulmehdî Fermandarê Hêzên Çekdariyên Iraqê ye, bi erka xwe rabe û bêdengiya xwe bişkêne. Sînorekî ji bo dagirkeriya dewleta tirk dane.”
Yusra Receb bal kişand li ser dijwarbûna êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta tirk, bi berdewamî sînorên Iraqê derbas dike. Par nêzî 25 kîlometreyan ketiye nava xaka başûrê Kurdistanê. Îsal jî nêzî 35 kîlometreyan hatiye nava xaka başûrê Kurdistanê. Dagirkeriya Tirkiyeyê di nava van du salen borî de, zêde bûye. Bandoriyê li jiyana welatiyên 120 gundên herêma Bradost û bajaroka Sîdekan dike.”
Yusra Receb diyar kir ku ji ber bombebarana dewleta tirk heta niha bi dehan kes şehîd û birîndar bûne û gelek ziyana madî pêk hatiye.
Her wiha Yusra Receb bal kişand li ser raperîna xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî û ev tişt anî ziman: “Tevî nerazîbûn û serhildana xelkê herêmê ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê ku mînaka li ber çav xelkê Şêladizê nîşanda lê mixabin herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê tu helwesta wan nebû û bêdengî hilbijartine.”
Yusra Receb bi nivîsekê ji Serokê Parlamentoyê xwest ku bi rêya Wezîrê Derve yê Iraqê re bang li bolyonê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bike û nameya şemerzarkirinê pêşkêş bike. BEXDA