Li gelek herêmên navendî û başûrê Çînê ji ber lehiyê herî kêm 61 kes mirin
Li gorî servîsên alîkariyê, ji ber barana zêde li herêmên navendî û başûrê Çînê lehî rabû. Hate ragihandin ku di karesatê de herî kêm 61 kes mirine û 356 hezar kes ji herêmê hatine veguhastin. Li gorî servîsên alîkariyê ji ber karesatê 9.300 xanî hilweşiyane û 3.71 milyon hektar qada çandiniyê zirar dîtiye. Hate ragihandin, ji ber karesatê bi 13 milyar yen (1,6 milyar euroyî) zerar li aboriya Çînê bûye. PEKÎN