Ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê berê xwe dan Qendîlê û dê li Qendîlê çalakiya Mertalên Zindî bidin destpêkirin
Ciwanên başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr bigirin, berê xwe dan Qendîlê. Ciwanên ku berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê Qendîlê dê çalakiya Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya tirk bidin destpêkirin.
Ciwanên herêma Kerkûk, Silêmanî û Çemçemalê li Silêmanî kom bûn û dê bi beşdariya ciwanên Raperînê berê xwe bidin Qendîlê.
Ji derveyî ciwanên Başûr ciwanên rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî piştgirî didin ciwanên Başûr û di nava çalakiyê de cih digirin.
Piştî ku ciwan gihîştin Qendîlê dê daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê armanc û bernameya çalakiya xwe de bidin û paşê jî çadira mertalên zindî werin vedan. SILÊMANÎ