Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Klasîkên kurdî her tên xwendin

Sê romanên kurdî ku her yek ji wan sitûneke wêjeya kurdî ye bi çapên xwe yê nû derdikevin xwendevanên kurdî. Her wiha Deham Ebdulfettah jî vê carê çarînên Omer Xeyam bi kurmanciya xwe dike malê kurdî

Weşanxaneya Lîsê çar pirtûkên kurdî çap kirin. Sê ji wan çapa xwe ya diduyan dikin; Hewarî ya Heciyê Cindî, Jana Gel a Îbrahîm Ehmed û Şer di çiyan de ya Eliyê. Çarînên Omer Xeyam berê jî bi kurmancî çap bûbû, lê zimanzan û nivîskar Deham Ebdulfettah qey qîma xwe bi wan neaniye û li ser hemû Çarînên Omer Xeyam xebitiye.

Em ê yeko yeko behsa her çar pirtûkan bikin ku ji nav sê roman in û her yek sitûneke wêjeya Kurmancî ye. Hewarî ya Heciyê Cindî cara diduyan ji alî weşanxaneya Lîsê ve tê neşirkirin. Esas ew çapa çaran a Hewarî ya Heciyê Cindî ye. Cara ewil bi herfên Kîrîlî li Êrêvanê çap bû, paşê jî sala 1999´an li Stockholmê ji alî weşanxaneya Roja Nû ve bi herfên Latînî ronahî dî. Heta hingî herçiqas bi herfên Kîrîlî û Latînî jî ew roman çap bûbe, li Kurdistanê zêde nehat naskirin, Piştî ku 2008´an weşanxaneya Lîsê li Amedê ew romana hanê çap kir, hingî qîmeta wê hebekî be jî hat zanîn. Piştî 11 sal di ser vê çapê re derbas bû, weşanxayena Lîsê bi bergeke nû cara duduyan ew çap kir. Ji bo naveroka romanê jî bi kurtasî mirov dikare bêje jînenîgarî an jî bi gotineke din otobîyografîya Heciyê Cindî ye. Nivîskar di berhemê de pîne bi pîne bahsa sepêhatîyên li gorî wî girîng kiriye û peyv bi peyv ferhenga kelepora kurdî pêşkêşî me kiriye. Tiştê balkêş ew e ku nivîskar xwendevanan jî bi xwe re dibe Sîbîrê û wan dike çavdêrên jîyana xwe a li wê derê. Lê divê xwendekar zanibin ku ji ber hin sedeman nivîskar bahsa gelek tiştên ku li Sîbîrê dîtiye jî nekiriye.

Hewarî, Hecîyê Cindî, Roman, 480 rûpel, Weşanxaneya Lîs

Li gel Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim nûxwiriya kurdî ye

Jana Gel a Îbrahîm Ehmed jî romaneke navdar e û yek ji sembol û bingehên romana kurdî ye. Ew roman jî piştî çapa xwe ya soranî û kurmancî, sala 2007´an li Amedê ji alî weşanxaneya Lîsê û bi kurmancîkirina Ziya Avci çap bûbû. Niha çapa xwe ya diduyan dike.

Jana Gel a Îbrahîm Ehmed gava ku qala romana kurdî dibe yek ji navên ku pêşîyê tê hişê mirov. Xwendevan û wêjehezên kurdî pir baş wê nas dikin. Li gel Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim nûxwiriya romana kurdî ye.

Ji bo çapa nû weşanxaneya Lîsê li ser tora civakî wiha nivisî: “Her çiqas pêdiviya Jana Gel zêde bi danasînê tune be jî, divê mirov çend gotinan bibêje. Li gor cîhanê û zimanên cîranên me pexşana kurdî dereng dest pê kiriye û piştî werger û lêanînan çîrokê li beşên cuda û bi zaravayên cuda romanên kurdî hatine nivîsandin. Bi vî awayî pexşana kurdî derbasî asteke nû bûye. Ku ev yek di heman demê de dibe nîşana ramangeriya kurdî bixwe jî. Di vê rêwîtîya pexşana kurdî de Jana Gel rawestgeheke girîng e.

Jana Gel ku heta niha bi zimanên cuda û bi zaravayên kurdî yên cuda hatiye çapkirin. Îro jî piraniya romanên kurdî hîna sînorên zaravayî derbas nekirine, ji bilî çend mînakan, careke din ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve tê çapkirin. Berê jî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê û hinek weşanxaneyên din ve hatibû çapkirin. Lê vê carê roman ji nû ve hatiye redektekirin, pirsgirêkên vegotinê û hevoksaziyê hatine sererastkirin. Bi baweriya me wê xwendevan çêjeke xweştir ji vê çapa dawîn werbigirin.

Xwendevanên hêja, Jana Gel bi rûçikê xwe yê nû li benda we ye. Ev jan, jana kurdî ye, jana wêjeyê ye. Bêyî janê tu tişt nawelide. Divê hûn jî bibin pîrika vê janê.”

Jana Gel, Îbrahîm Ehmed, Roman, 196 rûpel, Weşanxaneya Lîs

Romaneke “bi prînsîpê estetîka marksîstîê-lênînîê” hatiye nivisîn

Şer Di Çîyayan de ya Eliyê Evdilrehman jî cara ewil bi herfên Kîrîlî sala 1989´an li Êrêvanê çap dibe. Paşê jî ji alî weşanên Perî ve bi herfên Latînî jî neşir bû. Niha jî bi rêya weşanxaneya Lîsê ew roman digihîje ber destê xwendevanên kurdî. Di pêşgotina çapa ewil de Çerkezê Reş ji bo vê romanê wiha nivisîye: “Eliyê Evdilrehman romana “Şer Çiyada” him bi nîgara Şêxzahir problêmatîka miletiyê-mexlûqetiyê tîne ortê û ji te’bîê rêalîzma sosîalîstiyê, bi prînsîpê estetîka marksîstiyê-lênîniyê diçe´dîne serecema qewmandinê terîqîê veke- qîmeteke.”

Navê orîjînala vê romanê “Şer Çiyada” ye lê weşanxanya Lîsê li gorî gramera kurmanciya îro bi şiklê “Şer Di Çîyayan de” tercîh kiriye. Dîsa weşanxaneya Lîsê ji bo danasîna vê romanê li ser tora civakî wiha nivisîye “Ev berhem bahsa şerên di çîyayan de ên salên 1920-30’yî dike. Nivîskar pênûsa xwe wekî makûka tevnê bi kar anîye û bûyer rave kirine. Ji bilî çend kesan, kesên di vê berhemê de navê wan derbas dibin ne kesên rastîn in. Wekî din hin bûyer û hûrgilîyên hemî bûyeran ji alîyê nivîskar ve hatine sêwirandin. Em bibêjin ev berhem romaneke dîrokî ye jî divê xwendevan bûyeran bi bêjinga xwe bêjing bike û ji bo nivîs û nîqaşan neke çavkanî. Lê ji alîyê wêjeyî ve nivîskar me li pênûsa xwe siwar dike, dibe wan çîyayan û me dike temaşevanên wan şeran.

Şer Di Çîyayan De, Eliyê Evdilrehman, Roman, 462 rûpel, Weşanxaneya Lîs

Vê carê bi kurmanciya Deham Ebdulfettah

Çarînên Omer Xeyam berê jî Sabah Kara û Îkram Belekanî ji farisî tercumeyî kurmancî kiribûn. Deham Ebdulfettah jî her çi qas sûd ji wergerên heyî girtibe jî xuyaye qîma xwe bi wan neanîye û bi hûrbînî û lêkolîneke dûdirêj, li ser jîyana Xeyam jî rawestîyaye. Ev jî vê xebatê giranbuhatir dike.

Hemû Çarînên Omer Xeyam, Amadekar: Deham Ebdulfettah, 166 rûpel, Weşanxaneya Lîs

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar