Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HDP Şenyaşaran li ser gorên wan bi bîr anî

Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, di salvegera kuştina xwe ya yekemîn de, li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeh û nexweşxaneyê êrîşî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û di encama êrîşan de dikandar Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. HDP di 1’emîn salvegera qetilkirina Şenyaşaran de, li ser gorên wan ew bi bîr anîn. Endamên partiyê û parlementera HDP’ê ya Riha Ayşe Surucû ji bo bîranên dema çûn goristina rastî ablûkeya polîsan hatin. Polîsan piştî GBT’ê hişt ku HDP’î derbasî goristanê bibin. HDP’iyên derbasî goristinê bûn, çûn ser gorên Şenyaşaran.

Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu li ser gorên Şenyaşaran axaftinek kurt kir û wiha got: “Salek bi ser êrîşê re derbas bû. Lê ligel vê yekê jî qatilên bav û du kurên wî nahetin girtin. Hacî Esvet û kurên wî bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Em li vê derê bang hemû kesan dikin ku ya pêwîst bikin.”

HDP’î piştî bîranînê, çûn serdana malbata Şenyaşar a li taxa Aydinlarê dijîn û soza piştgiriyê dan dayik Emîne Şenyaşar û zarokên wan. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar