Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...
Pazar - 10 Kasım 2024

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Ev pirtûk komkujiya êzidiyan vedibêje

Têkildarî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û qetilkirina êzidiyan bi navê ‘Pêngava komkujiya Êzidiyan’ pirtûk hat nivîsandin. Armanca nivîsandina pirtûkê vegotina rastiya qetlîamê ye

Çeteyên DAIŞ’ê 5 sal berê li Şengalê êrîşî ezidiyan kirin û qetlîam pêk anîn. Ji aliyê parêzer Bekîr Heme Sedîq û Hakîm Qasim Wesman bi navê ‘Pêngava komkujiya Êzidiyan’ pirtûkek hat nivîsandin. Pirtûk bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji bo rastiya komkujiyê belgeyeke girîng e

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser navçeya Şengalê, di êrîşê de çeteyan komkujiyek mezin li ser xelkê Şengalê pêk anî. Bi hezaran jin, zarok û kal dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

Têkildarî naveroka vê pirtûka ku li ser komkujiya êzidiyan hatiye nivîsîn, yek ji amadekarên pirtûkê Bekir Heme Sedîq ji Rojnews’ê re axivî. Heme Sedîq wiha got: “Pirtûk bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji 477 rûpelan pêktê. Min li gel nûnerê êzidiyan Hakim Qasim Wesman dest bi komkirina hinek zanyarî û belgeyan kir. Me li gel hinek kesên ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne û niha li Silêmaniyê dimînin hevpeyvîn pêk anî.  Ev kesên ku me li gel hevpeyvîn pêk anî şahidê kiryar û hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ne. Wan kesan gotin ku sucek mezin li heberî wan hate kirin. Tişta ku van kesan gotî me qet destkarî lê nekiriye û gotinên wan kesan nivîsandine. Hinek ji van kesan tê de qala navê hinek kes û aliyên siyasî dikin, ev hemû wekî wan gotî me di pirtûkê de nivîsandiye.”

Têkildarî pêngav û hewildanên ji bo komkujiya li ser êzidiyan were pejirandin amadekarê pirtûkê Hakim Qasim Wesman ku bi xwe êzidî ye, wiha got: “Her çendî ku heya niha wekî pêwîst pêngav nehatine avêtin, lê hinek pêngavên ku nû hatine avêtin cihê keyfxweşiyê ne. Piştî biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, niha komîsyonek hatiye şandin û hikûmeta Iraqê jî razîbûna xwe ji bo vê komîsyonê nîşan daye. Ev yek pêngavek girîng e, ji ber ku heya hikûmeta Iraqê razîbûna xwe nîşan nede, tu komîsyonek navnetewî nikare kar li ser vê mijarê bike. Diyare Iraq ne endamê Dadgeha Navnetewî ye. Herêma Kurdistan ne welatek serbixwe ye. Yan divê bi rêya welatek dost, yanjî Komîsyona Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî ve lêkolîn li ser mijarê were kirin. Niha Encûmena Ewlehiyê biryara pêkanîna komîsyonek daye û di qonaxa destpekê de ye.”

Di dewama axaftina xwe de Hakim Qasim got ku dadgehek iraqî bi standartê navnetewî baştir û zûtir dikare lêkolîn li ser vê mijarê bike ji dadgehek navnetewî.

Têkildarî hewildanên komkirina belge û zanyariyan jî Hakim Qasim aşkera kir ku gelek hewildan ji bo komkirina belgeyan hene û wiha pê de çû: “Hinek kes hene di mijara êzidiyan de hewil didin ji bo berjewendiyên xwe rastiyan berovajî bikin û belgeyan veşêrin. Li aliyê din jî gelek kes hene di nava hewildanên komkirina belgeyan de ne ji bo rastiya vê komkujiyê were aşkerakirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar