Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelê kurd dê daxistina tabelayên bi kurdî efû neke’

Rêveberên HDP, DBP, ÎHD û Platforma Hiqûqnasên Bedlîsê bertek nîşanî daxistina tabelayên kurdî dan. Rêveberan got ku şaredarê ku tabela daxistî bi xwe jî kurde le bi zîhniyeteke tekperest êrîşî kurdî kiriye. Rêveberan got ku dê gel vê şerma ku şaredarê AKP’ê kirî ji bîr neke û efû neke

Şaredariyên AKP’ê yên Bedlîs, Tetwan û bajaroka Tatikê piştî hilbijartina 31’ê adarê, tabelayên şaredariyê yên bi kurdî ku di serdema şaredariyên DBP’î de hatibûn daliqandin, rakirin. Li ser zêdebûna bertekên gel jî şaredariyê gotibû ku dê di demeke kurt de careke din daliqînin. Lê tevî vê yekê jî hîn nehatine daliqandin. Têkildarî mijarê rêveberên HDP, DBP, ÎHD û Platforma Hiqûqnasên Bedlîsê axivîn û kiryara şaredariyên AKP’ê weke heqaret pênase kirin.

Endamê Platforma Hiqûqnasên Bedlîsê Parêzer Îsmet Eker anî ziman ku divê karê destpêkê yê şaredarekî daxistina tabelayên kurdî nebe û wiha dom kiir: “Ev ne xebate. Tişta ku qeyûm nekir, şaredarekî ku hatiye hilbijartin kir. Ev şerma li ser şermê ye. Divê şaredar lêborînê ji gel bixwazin û vê şaşiya xwe sererast bikin.”

Ên tabela daxistin jî kurdin

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê Cengîz Akdemîr jî diyar kir ku ew vê bêtehemûliya li dijî ziman qebûl nakin û wiha got: “Yên ku tabelayên bi kurdî daxistin, zimanê wan ê zikmakî jî kurdî ye. Yên tabela daxistin û yên deng dane wan piranî kurd in. Bawerim propagandaya xwe jî bi kurdî kirine. Lê piştî hilbijartinê jî wisa dikin. Ev ne rast e. Hêvîdar im kesên tabela rakirin rojek beriya rojekê dev ji vê şaşiya xwe berdin.”

Zîhniyeta nîjadperest

Hevserokê HDP’a Tetwanê Bûrak Ballioglû jî bi lêv kir ku bi daxistina tabelayên kurdî re  feraseta tekparêz û nîjadperest a şaredarên AKP’î careke din derketiye holê û wiha pê de çû: “Îdia dikin ku dê tabelayan careke din daliqînin. Lê ev ji hilbijartina Stenbolê ye. Yên ku di saetekî de tabela daxistin, bi rojane na daliqînin. Lê dê nekarin kurdan bixapînin. Dê gelê me li Stenbolê bersiveke baş bide wan.”

‘Dayikên van kesan ji bilî kurdî zimaneke din nizanin’

Rêveberê DBP’a Tetwanê Maşallah Ilik jî ev tişt anî ziman: “Dayikên van kesan ji bilî kurdî bi tu zimanekî din nizanin. Ev kes di nava vî gelî de mezin bûne. Ma qey qet fedî nakin? Çawa dibe ku li dijî gelê xwe û zimanê xwe tiştekî wisa dikin. Dê ev gel wan efû neke.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar