Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Rojane zêdetirî 10 tonên çop li derdora Gola Wanê tên komkirin

Gola Wanê sal bi sal qirêjtir dibe. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heta niha tu çareseriyên mayînde nehatine pêşxistin. Rojane xebatkarên şaredariyê ji golê zêdetirî 8-10 tonên çop berhev dikin. Tê gotin ku zêdetirî 350 hezar tonên çop li derdora golê heye

Qirêjiya li derdora Gola Wanê her ku diçe zêdetir dibe. Nexasim jî di demsala havînê de zêdetir qirêj dibe. Her çend bi hatina havînê re xebatên şaredariyan ên ji bo paqijkirina derdora golê zêde bibin jî, ev yek ji bo paqijiya wê çareseriyeke mayînde nîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî heta niha tu gav nehatine avêtin.

Têkildarî mijarê midûrê Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê yê Şaredariya Rêya Armûşê Şeref Sayin axivî û anî ziman ku ew rojê 8-12 ton çop ji qeraxa golê berhev dikin. Sayin  destnîşan kir ku ew ji bo parastina tenduristiya gel û xwezayê tev digerin û di vê çarçoveyê de dest bi berhevkirina 350 ton çopa ku li derdora golê kirine. Sayin anî ziman ku ew tevî ekîpmanên xwe bi awayekî rûtîn peravan paqij dikin.

Rêyên çareseriyê

Sayin da zanîn ku divê ji bo qirêjiya Gola Wanê çareseriyên mayînde bên dîtin û wiha bi dawî kir: “”Divê li Wanê di zûtirin dem de Tesîsa Entegrekirina Bermayiyan têkeve dewrê. Ji bo ku ava kanalîzasyonê neherike golê, divê Tesîsa Dawerivandina Avê bikeve dewrê. Heta ku ev pêk neyên, dê rê li ber qirêjiyê neyê girtin. Dê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nava vê hefteyê de ‘Plana Parastina Gola Wanê’ aşkera bike. Dê di vê çarçoveyê de hefteyekê bal bikişînin ser qirêjîbûna golê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar