Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Artêşa tirk li Xakûrkê xitimî niha jî agir berda herêmê

Artêşa tirk ku li herêma Xakûrkê ji ber derbên gerîla nikare gavekî pêşde biçe, niha jî dest bi şewitandina herêmê kir. Çavkaniyan ragihand ku artêşa tirk ji bo astengkirina hêzên gerîla, agir berda herêma Tepê Sîro, Gombet û gundê Heşîmê. Şewata li herêmê didome

Êrîşa dewleta tirk a ku bi armanca dagirkirina Xakûrkê di 27’ê gulanê de dabû destpêkirin, berdewam e. Li gorî agahiyan, artêşa tirk herêm bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran bombebaran kir. Li herêmê zêdetirî 20 rojin balafirên şer bombebaranê dikin. Artêşa tirk hewl dide ku li herêma Çiyayê Şekif, Girê Lêlikan û Girê Şehîd Derwîş ku 2 kîlometreyan dûrî herêmê ne, bi cih bibe.

Li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk, gerîlayên HPG û YJA Starê jî çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Gerîla destûr nadin ku dewleta tirk li herêmê bi cih bibe. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku artêşa tirk bênavber Çiyayê Lêlikan, Ziraran, Kiwêrt, Şakiv, Gura Sêva û Evdil Kofî bombebaran dike.

Çavkaniyan got ku tevî ewqas bombebaranê jî leşkerên dewleta tirk nikarin pêş de biçin. Çavkaniyan ragihand ku artêşa tirk ji bo ku hêzên gerîla asteng bikin, agir berdan herêmên Tepê Sîro, Gombet ê girêdayî Geliyê Reş û Gundê Heşîmê. Çavkaniyan da zanîn ku leşkeran di 12’ê hezîranê de şewat derxist û şewat hê jî didome. Welatiyên dixwazin şewatê vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.

Gelê herêmê jî li hemberî bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê û Iraqê bertekên xwe nîşan dan. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar