Şaredariya Peyasê karkerê paqijiyê ku çopa hatibû komkirin bi qestî li kolanê rijand ji kar derxist
Li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê li ber marketekê çop hatibû belavkirin. Xwediyê marketê dîmenê kameraya ewlehiyê ya dikana xwe mêze kir û di dîmen de dît kesê poşetê çopê dirijîne karkerê paqijiyê yê şaredariyê ye.
Xwediyê marketê van dîmenan bir Şaredariya Peyasê û gilî kir. Rayedarên şaredariyê dîmen lêkolîn kirin û di dîmen de hat xuyakirin ku kesê li kolanê çopê dirijîne karkerê şaredariyê yê yekîna paqijiyê A.U. ye.
Li ser vê yekê rêveberiya şaredariyê derbarê A.U. de lêpirsîn da destpêkirin. Şaredariyê bi hêceta “tevgerek li dijî niyeta baş û rêgezên ehlaqê” personel ji kar derxist. AMED