Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî naye berdan

Di “Rûniştina F” a hefteya 377’an de, hat xwestin ku rojnameger Nîzamenttîn Yilmaz ê pişika wî îflas kirî, bê berdan

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwestin li qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” berdewam bikin. Polîsan di hefteya 377’an de dîsa çalakiya Komîsyonê ya li qada Galatasarayê asteng kirin. Komîsyonê, li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê daxuyanî da. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankarên “Nîzamettîn Yilmaz ê nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin.

Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa belavkarê rojnamyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Nîzamettîn Yilmaz ê pişika wî îflas kiriye.

Ji parazvanên mafê mirovan Taylan Bekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand ser rewaş Yilmaz ê rewşa wî giran bûye. Bekîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yilmaz karê belavkirina rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir. Ji ber belavkariya rojnameyan hat girtin. Berî bê girtin krîza dil derbas kir û talokeya wî ya jiyanê hebû. Yilmaz di 28’ê adara 2018’an de hat binçavkirin û girtin. Ji wê rojê û vir ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin. Yilmaz ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî greva birçîbûnê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Yilmaz li vê derê hat muayene kirin û derket holê ku pişika wî îflas kiriye. Bijîşkan li ser vê yekê Yilmaz sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê kirin. Piştî kontrolê bijîşkan ji Yilmaz re gotin ‘Pişika te îflas kiriye.’ Bijîşkan wê demê jî ji Yilmaz re gotibûn ku nikare di vê rewşê de, di girtîgehê bimîne.”

‘Daxwaza serlêdanê qebûl nekirin’

Bekîn da zanîn ku Yilmaz di 29’ê gulanê de cardin dişînîn girtîgehê û wiha bilêv kir: “Yilmaz nikare di şert û mercên zindanê de bijî. Ligel hemû hewldanên parêzerên wî jî Saziya Tıpa Edlî daxwaza serlêdanê qebûl nekir. Di 26’ê hezîranê de roja çarşemê danişîna biryarê ya Yilmaz dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Ji bo Yilmaz di şart û mercên baş de bê tedawî kirin, divê bê berdan.”

Piştî axaftina Bekîn, çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Dermankirin mafe, nayê asteng kirin”, “Ji îşkenceya tecrîdê re êdî bes e” û “Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc” bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar