Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Amed, Êlih û Îzmîrê vê hefteyê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakî li dar xist. Di çalakiyan de hat gotin ku dewlet li şûna ku aqûbeta windayan zelal bike û kujeran bidarizîne, polîtîkaya bêcezahiştinê didomîne

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe bi bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daketin qadan. Di çalakiyan de çalakvanan xwestin ku xizmên wan ên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 742’yemîn de çalakî li dar xist. Dayikên ku dixwestin biçin Qada Galatasarayê, hatin astengkirin. Dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê Kanî Beko û gelek kes jî amade bûn. Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Li Dijî Windayên Dibin Çavan de ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan ve hate xwendin.

 

DMME’yê di doza Çelîkbîlek de Tirkiye mehkûm kir

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewlet neçarin ku mafên mirovan biparêzin û divê hemû aktorên sûcên windakirina mirovan, hesabê bidin. Arcan piştre jî serpêhatiya Abdulkadîr Çelîkbîlek vegot. Arcan got ku Çelîkbîlek di 14’ê kanûna 1994’an de dema ji Qehwexaneya Esnaflar a li navenda Amedê derket, demekî hate şopandin û piştre hate revandin. Piştî şahidên bûyerê agahî didin malbatê, malbat serlêdanê dike. Lê serlêdanên malbatê bêencam dimînin û binçavkirina wî tê înkarkirin. Arcan da zanîn ku Çelîkbîlek rastî îşkenceyên giran tê û di 21’ê kanûna 1994’an de li derveyî Goristana Deriyê Mêrdînê yê Amedê dinava dêza zibalê de hate dîtin û destên wî paşve girêdayî bûn. Arcan daxuyand ku tevî ku endamê JÎTEM’ê Abdûlkadîr Aygan hemû detayên qetilkirina Çelîkbîlek îtîraf kir jî, heya niha di hiqûqa navxweyî de tu encam ji dozê derneketine. Doza Çelîkbîlek şandin DMME’yê û di 31’ê gulana 2005’an de jî DMME’yê Tirkiye mehkûm kir.

Piştî Arcan, dayika Mûrat Yildiz ê di 23’yê sibata 1995’an de dibin çavan de hatiye windakirin Hanîfe Yildiz axivî û qedexekirina Qada Galatasarayê şermezar kir.

‘Li Kurdistanê li dijî mirovahiyê sûc hate kirin’

Xizmên Windayan ên Amedê û parazvanên mafên mirovan jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 540’an de çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê amade bûn. Di çalakiyê de serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku hêzên dewletê yên paramîlîter û kontra li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk bi hezaran mirov winda kirine. Zeytûn got ku li dijî mirovahiyê sûc hate kirin û dewlet li şûna ku berpirsyaran bidarizîne, polîtîkaya bêcezahiştinê şopand.

Îkîncîsoy hate windakirin

Piştre jî rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin, çîroka Recep Îkîncîsoy ê di 16’ê tîrmeha 1980’an de li mala xwe ya Amedê hate revandin û windakirin xwend. Yalçin da zanîn ku Îkîncîsoy di 16’ê tîrmeha 1980’an de dema li pêşiya mala xwe ya li pişt PTT’a Mezin, hate revandin. Yalçin got ku tevî hemû hewldanên malbatê jî tu encam ji dozê nehatine girtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Li Êlihê aqûbeta Keremoglu hate pirsîn

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 446’an de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê aqûbeta windayan pirsîn. Daxuyanî ji hêla rêveberê ÎHD’ê yê Êlihê Celal Anlayici ve hate xwendin. Di vê hefteyê de jî aqûbeta Kadîr Keremoglu hate pirsîn. Daxuyanî wiha ye: “Di 14’ê nîsana 1995’an de endamên JÎTEM’ê Kadîr Keremoglu yê 75 salî li navenda Wanê dema ji mizgeftekê derdiket, bi wesayîta torosê ya spî ku plakaya wê 01 EA 600 û 3 wesayîtên di revandin. Piştî lêkolînên malbatê, derket holê ku Keremoglu radestî Mahmût Yildirim (Yeşîl) hatiye kirin. Di serî de Keremoglu birin navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre birin Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan. Piştî malbatê serlêdan kir, kesekî telefon kir û ji malbatê re gotiye; ‘Ger hûn 750 hezar mark bidin bavê we dê bê berdan.’ Li ser vê yekê malbatê pere li Bankqeya Zîraatê razand. Tevî hemû van tiştan dîsa îro hêj agahî ji Keremoglu nayê girtin.” Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Li Îzmîrê çalakî

Endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan vê hefteyê jî çalakî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ li navçeya Konak a Îzmîrê pêk anî. Di çalakiyê de aqûbeta Îbrahîm Akil, Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Hamdo Şîmşek û Hîkmet Şîmşek ên di sala 1993’yan de li bajarokê Bêspîn a Silopiya ya Şirnexê piştî hatin binçavkirin, hatin windakirin pirsîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar