Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

10 rojnameger di bin çavan de ne

Polîsan li Stenbolê avêtin ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û 7 rojnameger binçav kirin. Malpera ajansê jî ji aliyê BTK’ê ve hat astengkirin. Polîsan avêt ser buroya Bûrsayê ya Rojnameya Ozgur Gelecekê û 3 nûçegihanên rojnameyê hatin binçavkirin. 10 rojnameger hêj di bin çavan de ne

Li Tirkiyeyê zextên li hember rojnamegeran û saziyên çapemeniyê dewam dikin.  Li Stenbolê polîsan avêt ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA).

Ajansê têkildarî binçavkirinê agahî da û wiha got: “Bi hinceta berhevkirina Rojnameya Îstanbûl Sokakta ku pêveka rojnameya heftane ya Atilimê ye, avêt ser ETHA’yê. Telefonên edîtor û nûçegihanê me hatin destgîrkirin. Em nikarin xwe bigihînin xebatkarên xwe. Nahêlin em vê bêhiqûqtiyê ragihînin û xebatên me tên astengkirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî lêgerîna li buroyê bi giştî 7 kes hatin binçavkirin û her wiha malpera wan jî ji aliyê BTK’ê ve hatiye astengkirin. Di avêtina ser buroyê de rojnamevan Îsmînaz Temel, Denîz Bakir, Havva Çûştan, Ozcan Sari, Serdal Işik, Mehmet Acettîn û xebatkara Weşanên Ceylanê Gulçîn Aykûl hatine binçavkirin.

3 nûçegihanên Ozgur Gelecekê binçav kirin

Polîsan avêt ser buroya Bûrsayê ya Rojnameya Ozgur Gelecekê. Di avêtina ser buroyê de polîsan dest danî ser amûrên rojnameyê. Rojnameyê der barê avêtina ser buroyê de bi nivîskî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hema bêje her roj kedkarên çapemeniya azad tên binçavkirin û ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê tên cezakirin. Îro li Stenbolê avêtina ser buroya ETHA’yê mînaka vê yekê ye… Ev êrîş li Bûrsayê jî dewam kirin. Nûçegihahê rojnameya me Ozgur Gelecekê Sevda Erkilinç, Togay Okay û Huseyîn Camkiran di 13’ê Hezîranê saet li dor 11’an hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku nûçegihanên me bi îdiaya propagandaya rêxistinê hatine binçavkirin û wê 4 rojan di bin çavan de bimînin. Tê payîn wê roja duşemê nûçegihanên me sewqî dozgeriyê bên kirin. Her wiha li buroya me jî dest danîn ser bi sedan pirtûkî, arşîva weşanê û amûrên buroyê.” STENBOL/BÛRSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar