Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya şewata li Til Koçerê girantir bû

Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed da zanîn ku hejmara kesên di şewata li Til Koçerê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 7’an

Li derdora gundên Til Elo, Kirfanî, Hisêniyê û Um Kihêf ên Til Koçer a Dêrikê duh agir bi depoyên berhemên ceh û genim ketin. Ji bo vemirandina şewatê, tîmên agirkujiyê, komîteyên sivîl, Hêzên Asayîşê, hêzên Hawarê û hêzên leşkerî bi lez û bez destwerdana rewşê kir. Di dema şewatê de 2 endamên Hêzên Senadîd, endamekî hêzên Asayîşê û 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û 3 welatî jî birîndar bibûn. Welatiyên birîndar jî rakiribûn nexweşxaneyê.

Têkildarî mijarê endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed agahî dan. Ehmed da zanîn ku hejmara kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 7’an û ev agahî dan: “Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane jî jine. Niha jî yek jê rewşa wî giran, du kes jî Nexweşxaneya Dêrikê tên dermankirin. Duh piştî nîvro 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar derbasî Dêrikê hatin kirin. Şevê din ji birîndaran yek jê saet di 24.00’an de, yek di danê sibehê saet di 02:30’an de û yê din jî saet di 04:30’an de jiyana xwe ji dest da. Ango tevî 2 kesên li nexweşxaneyên Qamişlo jiyana xwe ji dest dane, bi giştî 7 kesan di şewata li Til Koçerê de jiyana xwe ji dest da.” Bijîşkên nexweşxaneyên Dêrikê jî ragihand ku ji 2 birîndaran rewşa yekî giran e.

Welatiyên herêmê jî da zanîn ku di dema mudaxalekirina şewatê de ba jinişkanve rabû û welatî di nava şewatê de hiştin. Vê yekê jî rê li ber mirin û birîndarbûnan vekir. Di heman demê de ji ber şewatê, duh li Til Koçerê nêzî 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitîn. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar