Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rojnamegerên di bin çavan de berdin’

Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya, bertek nîşanî serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez serbest berdin.”

Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya, bi armanca serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û binçavkirina rojnamegeran şermezar bike daxuyanî da. Platformê destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e û xwest rojnamegerên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.

Platformê di daxuyaniyê de anî ziman ku rojnameger li dijî van serdegirtin û binçavkirinan qet bêdeng namînin û wiha got: “Li Tirkiye her roj binpêkirina mafan rû didin. Polîsên girêdayî midûriyeta polîsan a Stenbolê bi hinceta der barê pêveka Rojnameya Atilim a Îstanbul Sokakta  duh bi ser Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) de girtin. Di serdegirtinê de 6 jê rojnameger 7 kes binçav kirin. Malpera înternetê bi BTK asteng kirin. Dîsa di 13’ê hezîranê de bi ser nûnertiya Rojnameya Ozgur Gelecek a Bûrsayê de girtin û 3 nûçegîhanê wê binçav kirin. Dest danîn ser hemû amûrên wê. Çapemeniya azad ku heta niha li dijî hemû zext û tundiyan dengê xwe bilind kiriye wê ji niha û şûnde jî dengê xwe bilind bike. Em binçavkirin û serdegirtina li dijî çapemeniya azad qebûl nakin. Tirkiye bûye welatê ku herî zêde rojnameger lê hatine girtin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçe çêkirine hatine girtin. Hempîşeyên me yên hatine binçavkirin ji ber rastî nivîsandine hatine binçavkirin. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya diyar dikin ku em ê piştevaniya çapemeniya azad mezin bikin. Em li pişt hevalên xwe ne. Rojnamegerî ne sûc e. Bi lez hevalên me yên di bin çavan de serbest berdin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar