Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

NPG’ê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir

NPG’ê Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber çalakiya serketî ya 11’ê hezîranê ya li ser rêya Bazîd-Îdirê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiyên serketî Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

NPG’ê di daxuyaniya ku da de çalakiya gerîlayên HPG’ê gelekî hêja dît. Daxuyaniya fermandariyê wiha ye: “Ji zivistanê ve hêzên we yên eyaletê çalakiyên cihêreng pêk tînin û bersivê didin dijmin. Ev yek gelekî watedar û hêja ye. Bi taybetî herî dawî 11’ê hezîranê li ser rêya Bazîd-Îdirê di çalakiya kemînê de ya li dijî hêzên dijmin derbên girîng li dijmin hatin xistin û xuya ye çalakiyeke serketî pêk hatiye. Çalakî ji bo eyaletê dikare weke çalakiyeke pêngavê bê dîtin, lewma her hevalên tevlî çalakiyê bûne, hevrêyên HBDH’î yên tevlî çalakiyê bûne silav dikin, ji ber vê hewldana wan a serketî wan pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em pê piştrast in ku hûn ê taktîka kemînê ku taktîkeke bingehîn a serdema nû ye bi hostatî û rêbaza encamgir dema bê bi kar bînin, serketî bibin û di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Serhedê hemûyan silav dikin û bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re dixwazin.”

NPG’ê Xemgîn Setkar bi bîr anî

Li aliyê din NPG’ê diyar kir ku li Metînayê di êrîşa hewayî ya 26’ê gulanê de gerîlayê bi navê Abdullah Temel (Xemgîn Setkar) şehîd bûye û sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de nasnameya Abdullah Telmel wiha hat aşkera kirin: “ Abdullah Temel (Xemgîn Setkar), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav Hediye-Îsmet e, di 26’ê gulana 2019’an de li Metîna şehîd bûye.”

Fermandariyê li ser mijarê ev daxuyanî: “Ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 26’ê gulanê, li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me yê hêja Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) gihîşt şehadetê. Hevalê me Xemgîn ji gundê Setkarê yê navçeya Elkê ye. Ji malbateke welatparêz a eşîra Gravî ye ku malbata wî ji pêngava 15’ê Tebaxê ve di nava têkoşîna azadiyê de keda xwe heye. Hevalê Xemgîn yek ji wan kesan bû ku bi welatparêzî, şoreşê û şehîdan re gelekî girêdayî bû. Polîs û cendermeyên dewleta TC a mêtinger gelekî êşkence lê kir û salên dûr û dirêj di zindanê de ma. Lê belê ji xeta berxwedanê tu carî venegeriya, tevî ku berdêlên giran da di berxwedanê de israr kir û gavekê jî bi paş de neavêt. Têkoşîna xwe di 9 salên dawî de weke milîtan û kadroyekî PKK’ê domand û di asta bilind de bû gerîlayekî profesyonel. Li herêmên Metîna û Heftanînê wezîfeya xwe ya fermandariya têkiliyên bi gel re bi rengekî serketî meşand. Bi cesaret, durustî, welatparêzî û kesayetiya xwe ya gelparêzî di nava gelê herêmê de bû xwedî cihekî taybet. Di emrê xwe de bi girêdana xwe ya bi xakê û nirxên civakî, bi welatparêziya herêma me ya Botanê, bi temsîliya xurt a xeta Rêbertî û Şehîdan bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Di serî de malbata hevalê me yê Xemgîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê hesab ji dewlet TC a mêtinger bipirsin û hêjayî wî bin. Em bang li gelê xwe yê Botan û Behdînanê dikin ku xwedî li xeta welatparêziyê ya heval Xemgîn derkevin û li dijî dewleta TC a mêtinger û faşîst û hevkarê wan derkevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar