Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG: Li Colemêrgê 3 leşker û 2 kontra hatin kuştin

Gerîlayan li Colemêrgê li dijî leşkerên tirk rêzeçalakî lidarxist. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de bi qasî ku hatiye testpîtkirin 3 leşkerên tirk û 2 kontra hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlyayên HPG/YJA-Star’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Colemêrgê de 2 leşker û kontra hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, li dijî artêşa TC ya dagirker çalakiyên bi bandor lidarxistin. Hêzên me di roja 14’ê hezîranê saet 04.30’an de baregeh û alavên leşkerî yên dijmin yên li girê Devê Masî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê rûxand. Piştî vê çalakiyê artêşa TC ya dagirker li herêmê opersyon da destpê kirin û ber bi gir ve bipêşveçûn. Hêzên me heman rojê li dijî yekîneya operasonê rêzeçalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC ya dagirker bi topên hewan û obusan ketober herêm bombe kir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi silametî vegeriya baregeha xwe.”

2 kontra hatin kuştin

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî ragihand: “Hêzên me yên YJA-STAR’ê di roja 9’ê hezîranê de li dijî wesayîta yekîneyên kontra ku di rêya di navbera tepê prastin û qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve bipêşve diçûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin. Artêşa TC ya dagirker kuştina van herdu kontrayan weke ku 2 sivîl ên ku li înşata qereqolê  kar dikin, bi raya giştî re parve kir. Ev şexsên han beriya niha bi dehan car ji aliyê hêzên me ve ji ber hevkariya bi dijmin re hatin hişyarkirin. Tevî hemû hişyarin ev kesên ku bi dijmin re kar dikirin li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê dijminahiyekî aktîv kirin. Di çarçoveya şerê taybet de divê gelê me li dijî van nûçeyên derew yên dewleta TC ya dagirker hê bêhtir baldar be.”

Li Licê 2 gerîla şehîd bûn

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Di roja 7’ê hezîranê saet 23.00’an de artêşa TC ya dagirker li herêma gundê Lîcok yê navçeya Lice ya Amedê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku bi balafirên keşfê û yekîneyên veşartî operasyon kir roja 8’ê hezîranê saet di 01.25’an de balafirên şer bombe li herêmê barand. Di vê bombeberanê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”

Balafirên şer bombe li Qendîlê barand

Di dawiya daxuyaniyê de jî HPG’ê li ser bomberaran li Qendîlê ev agahî da: “Di roja 15’ê hezîranê de di navbera saet 22.00-23.00’an de balafirên şer ên artêşa TC ya dagirker derdora gundê Enzê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di bombebaranê de tu windahiya hêzên me çênebûn, zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar