Li navçeya Bodrûm a Mûglayê keştiya penaberan noqî avê bû. Di lêgerîna hat kirin de 1 jin cenazeyê 8 penaberan hat dîtin. Ji bo derxistina cenazeyê 3 kesên din, xebat berdewam dike
Li peravên avê yên Taxa Turgutreîs a navçeya Bodrûma Muglayê, îro derdora saet 07.00’an, keştiya ku penaber lê sîwar bûn û ber bi giravên Yewnanistanê ve diçû, noqî avê bû. 1 jin 8 penaberên di kêştiyê dabûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li ser agahiyê ekîbên ewlekarî û helîkopterên Ewlekariyê Beravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 31 karkerên di avêde bêhal bibûn hatin rizgar kirin. Li gorî îfadeyên penaberên xelas bûn; nêzî 40 panaberan di kêştiyê de bûn. Li ser vê agahiyê hat tespîtkirin ku 9 panaber winda bûne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. MÛGLA