Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dê di sindoqan de bersivê bidin dijminên kedê

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Gungorenê bi karkerên tekstîlê re civiya wiha got: “Em ê di sindoqan de bersiva herî baş bidin feraseta tekparêz a desthilatdariyê, dijminên kedê û feraseta ku şer li ser gelan ferz dike.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlementerên pê re, li kargeriyek tekstîlê ya li navçeya Gungorenê bi karkeran re civiya. Temellî li kargeriyê geriya û hemû karker yek bi yek silav kir. Temellî, di hevdîtinê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Ez ne xerîbê behna kargeriyê me. Dayik û bavê min jî karkerên tekstîlê bûn.”

Temellî wiha axaftina xwe dewam kir: “Bavê min û dayika min karkerên tekstîlê bûn. Dema ez biçûkbûm bi bavê xwe re dihatim kargeriyê. Ez ne xerîbê bêhna fabriqeyê me. Ez jî kedkarê zanistême. Hûn tenê cilekê nadirûn. A rastîn hûn Tirkiyeyê hildiberînin. Hemû kar û barê vî welatî li ser pişta karker û kedkarane. Mixabin li vî welatî bêedaletiyek mezin heye. Divê em dawî li vê bêedaletiyê bînin. Ev yek di destê me deye. Me weke HDP’ê weke ku hûn jî dizanin, partiya jin, kedkar û ciwanan e. Ez ji vê derê dibînim. Piraniya xebatkaran jinin. Lê li Tirkiyeyê herî zêde keda jinan tê xwarin. Dîsa piraniya xizanan jinin. Em hemû bi hevre dikarin dawî li vê yekê bînin. Ji ber vê ji hemû kedkaran re dibêjin, werin gel hev û dawî li vê bêmafî û bêedaletiyê bînin. Dengê xwe derxin. Ger hûn dengê xwe dernexin, têkoşîn nekin û dinava vê têkoşîna mafdar de cih negirin, dê dîsan keda we bê xwarin. Êdî dê her roj bê xwarin.”

‘Çav berdane tazmînata qidem a kedkaran’

Temellî rêjeyên bêkarî yên hatin aşkerekirin jî nirxand û wiha got: “Di nava salekê de bêkarî ji sedî 14.1 zêde bûye. Gefa bêkariyê li ser we, weke senaryoyên tirsê bikar tînin. Yên ku polîtîkayên wan ên îstîhdamê tuneyî, niha çav berdane tezmînata qidem a kedkaran. Ji ber ku nikarin aboriyê bi rêve bibin, kedê dixwin. Karê nelirêtiyê dewam dikin û berdêla vê jî bi gel û kedkaran didin. Dema ku em dibin em nadin, wê demê serê li polîtîkayên şer û tundiyê û dijminantiya kurdan didin.”

‘Ji bo demokrasî û aştiyê em deng bidin’

Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ya nêz dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hilbijartin tenê hilbijartina serokê şaredariyê nîne. Em ê  di vê hilbijartinê de, carek din hêza xwe nîşanî desthilatdariya kedxwar dibin. Werin em dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê. Ez hêvî dikin ku piştî 23’yê hezîranê, dê têkoşîna demokrasiyê bi hêztir bibe. Ev dê rêya we veke û hûnê ronî bibin. Ez di kar û xebata we de serkeftinê dixwazim. Serkeftin be.”STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar