Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Fransa polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan didomîne

Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan a bi Enqereyê re, hikûmeta Fransayê ji bo 2 rêveber û gelek endamên CDK-F’yê de biryara rawestandina mal da. CDK-F’yê jî biryar rexne kir û got ku divê Fransa dev ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan berde

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) têkildarî qewimînên piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan a li Enqereyê, agahiyên girîng da. CDK-F’yê da zanîn ku piştî vê hevdîtinê, ji bo malê rêveber û endamên wan tedbîr hatiye girtin.

CDK-F’yê destnîşan kir ku piştî hevdîtina Jean-Yves le Drîan a di 13’ê hezîranê de ya li Enqereyê bi hempîşeyê xwe Mevlut Çawuşgolu re, rêveberên wan careke din bûne hedef. Li gorî daxuyaniyê, bi biryareke hevpar a wezîrê aborî û karên hundir ji bo rawestandina malê gelek endam û rêveberên wan tedbîr hatine girtin.

Li dijî kurdan peymanên mezin

Konseya kurd daxuyand ku Parîsê careke din li gel Enqereyê, li ser aktîvîstên kurd ên koçber ên li Fransayê peymanên mezin îmzekirine. Daxuyanî wiha dom kir: “Hedefgirtina 2 rêveberên me ya di çarçoveya ‘Têkoşîna li dijî fînansekirina bi terorîzmê re’ ji rêzê nîne. Ev jî bandora lobiyên faşîzan ên dewleta tirk a li ser meqamên Fransayê nîşan dide.”

‘MÎT gefa kuştinê dixwe’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hevserok û berdevkên me zêdetirî saleke ji aliyê MÎT’ê ve rastî gefa kuştinê tên. Ji bo girtina hevserokan jî dewleta tirk 1,5 milyon lîre pereyê tirkan xelat nîşan daye. Tu sûdê vê siyasetê ji bo Fransayê nîne. Em bang li hikûmetê dikin ku dawî li polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan bînin û tedbîrên ji bo endamên me hatine girtin, rakin.” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar