Walîtiya tirk a li Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya ji bo mîtîng, meş, civîn, greva birçîbûnê, vedana standan û hwd. ji 18’ê hezîranê heta 17’ê tîrmehê hatiye dirêjkirin
Walîtiya dewleta tirk a li Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan ên li Colemêrgê ku demek berê hatibû dirêjkirin, careke din dirêj kirine.
Di daxuyaniya walîtiya tirk de ev tişt hatin gotin: “Ji 18’ê hezîrana sala 2019’an heta 17’ê tîrmeha 2019’an li qad, kolan, rê û parkan mîtîng, civîn, meş, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vedana kon, daxuyaniya çapemeniyê û vedana standan hatiye qedexekirin.” COLEMÊRG