Nameya parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan a bi wesîleya Cejna Remezanê ji girtiyan re şandî, ji ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve bi hinceta ku ‘bifikare’ nedan girtiyan
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan bi wesîleya Cejna Remezanê, ji girtiyên li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê re name şand.
Hat zanîn ku nameyên ku Ocalan şandin, ji hêla rêveberiyên girtîgehan bi hinceta ku ‘bifikare’, ‘kîn û nefretê çê dike’ û ‘moral dide’ nedane girtiyan. ENQERE