Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE’yê li Efrînê li dagirkeran xist

HRE’yê ragihand ku hêzên wan li Efrînê li dijî hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê çalakiyên sabotajê pêk anîn. HRE’yê ragihand ku di çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin û 3 çete jî birîndar bûne

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên xwe yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û herêma Şehbayê didomînin. Di vê çarçoveyê  yekîneyên HRE’yê li Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn. Têkildarî mijarê HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de HRE’yê da zanîn ku di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên li hemberî hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê yên li herema Efrîn û derdora wê de, hêzên wan li sê herêman çalakî pêk anîne.

HRE’yê kite kitên çalakiyan jî wiha parve kir:

“Di roja 16’ê hezîranê de hêzên me li dijî wesayîteke leşkerî ya girêdayî çeteyên Ehrar El Şamê ya li ser rêya di navbera navenda Efrîn û navçeya Cindirêsê de, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Wesayîta çeteyan jî hate rûxandin.

Di roja 17’ê hezîranê de jî yekîneyeke me li dijî navendekî leşkerî ya girêdayî çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker ên li taxa Vêlat a Efrînê çalakiya sabotajê pêk anî. Encama çalakiyê nehat zanîn.

Di roja 17’ê hezîranê de jî hêzên me li hemberî wesayîteke leşkerî ya girêdayî çeteyên Firqa 23’ê ya li ser rêya di navbera gundê Hemam û Haj Îskender yên Cindirêsê de çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de çeteyek bi giranî birîndar bû û wesayîtê jî derbekî giran xwar.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar