Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrhan ê di greva birçîbûnê de çavekê wî kor bû nehat berdan

Endamê Meclisa DBP’ê Bayram Demîrhan ê di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de, çavê wî yê rastê kor bû, di danişîna xwe ya 11’emîn a hat dîtin de, nehat berdan

11’emîn danişîna doza derbarê endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan û siyasetmedarên kurd Davût Bozan, Mehmet Alî Dayan, Mehmet Ceylan û Hasan Îlhan ên par hatin girtin de hat vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Endamê Meclisa DBP’ê Bayram Demîrhan ê di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, çavê xwe yê rastê winda kir û Mehmet Ceylan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê anîn danişînê. Davût Bozan ê li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê girtî, ne anîn danişînê. Hasan Îlhan û Mehmet Alî Dayan ên di dozê de ne girtî tên darizandin, li salona danişînê amede bûn. Parêzer û malbatên girtiyan jî beşdarî danişînê bûn.

Piştî danasîna nasnameyan, dozgerê ku berê mutalaa dabû, cardin dûbare kir û xwest kesên tên darizandin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. Parêzan jî parastin kirin û gotin: “Li gel ku di dosyayên de hîna jî kêmasî hene, dozder di celseya 6’emîn de mutalaaya ku dabû dûbare kir û xwest biryara girtina girtiyan dewam bike. Ger kêmasî di dosyeyê de hebin, çawan dibe ku dozger mutalaa dide. Ger mutalaa  hatibe dayîn wê demê çima biryar nayê dayîn.”

Parêzeran mutallaa weke “kopî bike û pêve bike” nirxandin û xwestin muwekîlên wan bên berdan û beraet kirin.

Dadgeha ku mafê axaftinê neda kesên tên darizandin diyar kir ku dê di danişîna bê de biryar bide û biryara dewamkirin girtina kesên girtî da. Dadgehê dûre danişîn talûqî 5’ê Îlonê kir. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar