Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan bi sûcê “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan ji doza ku hatibû vekirin beraat kirin
Di sala 2017’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan beşdarî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûbûn. Li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan bi sûcê “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan ji doza ku hatibû vekirin beraat kirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan beşdarî rûniştina li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê nebûn. Heyeta dadgehê derbarê Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan de biryara beraatê da. RIHA