Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu diyar kir ku di çarçoveya plana tepisandinê de hatin girtin. Encu diyar kir ku dewletê bi girtina wî re di esasê xwe de gelê Roboskê hedef girt. Encu da zanîn ku li girtîgehan gelek binpêkirin hene û tekane rêya li dijî faşîzmê berxwedan e
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê yê berê Ferhat Encu di 4’ê mijdara sala 2016’an de tevî hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û çend parlamenterên din hatibû girtin. Encu di 15’ê sibata sala 2017’an de jî hatibû berdan. Lê belê 2 roj piştre, di 17’ê sibatê de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê. Li Encu 4 sal û 7 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatibû birîn û ev ceza di 19’ê cotmeha 2017’an de ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hatibû qebûlkirin. Encu demek berê di 14’ê hezîranê de jî hate berdan.
Ferhat Encu têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim re axivî. Encu da zanîn ku piştî darbeya 4’ê mijdarê, bi awayekî bêhiqûqî hate girtin û wiha domand: “Em li cihên cuda hatin binçavkirin û demildest em girtin. Bêhiqûqiyên li me hatine kirin, helwesta dadger û dozgeran, fezlekeyên hatine amadekirin, hemû jî siyasî bûn. Pêvajoyeke pir zehmet bû. Li gelek deverên Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin, gelek binpêkirinên mafan hebûn û bi tankan ketin bajaran. Gelek mirovên sivîl hatin kuştin, mal û avahiyên wan hatin rûxandin û hatin koçberkirin. Weke parlamenter çi ji destê me dihat, me jî dikir. Lê ev bi xweşiya desthilatiyê nediçû. Li dijî siyasetmedarên ku bi gel re têkoşiyan û bêhiqûqiyên li wir anîn ziman, operasyon hatin kirin. HDP li pêşiya polîtîkaya wan astengî bû bi van êrîşan xwestin ji holê rakin.”
Têkoşîna gelê Roboskê
Encu anî ziman ku ji bo ku bibe dengê gelê Roboskê çûye meclisê û wiha domand: “Bi cezakirina min re jî xwestin peyamekî bidin gelê Roboskê. Her çiqas cezakirina min temamî ne ji ber Roboskê be jî, Komkujiya Roboskê berdewamiya bêhiqûqî û êrîşên li ser gelê kurd bû. Komkujiya Roboskê di hêla konjuktura demî de pir girînge. Çimkî komkujiyeke aşkera û plankirî bû û îfşakirina wê di asteke pir cuda de bû. Desthilata AKP’ê û rêveberiya wê pir da zorê. Berxwedana gel û daxwazên wan ên siyasî, ew pir tengijandin. Ji bo deşîfrekirina berpirsyarên komkujiyê, têkoşîna gelê Roboskê girîng bû. Kîna li dijî vê têkoşîna gelê Roboskê, bi nêzikatiya li dijî şexsê min de derket holê.”
Berdewama plana tepisandinê
Di berdewamê de jî Encu daxuyand ku êrîşa li dijî siyasetmedaran, berdewamiya plana tepisandinê bû û wiha pê de çû: “Cara ewil di 4’ê mijdarê de li Stenbolê hatim binçavkirin. Ez bi wesayîtekê ji Stenbolê birim Enqereyê û ji Enqereyê jî bi jetêke taybet birin Şirnexê. Bi biryara girtinê re jî bi helîkopterê ez anîm Amedê. Ji wir jî birin Stenbolê û ji wir jî bi rîngê birin Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê. Bi qasî 70 rojan hatim tecrîdkirin. Piştre derxistin nava girtiyên siyasî. Her kêliyekê wê berxwedan bû. Li wir di hêla zihnî û bîrdozî de jî mirov pêş dikeve. Ji bo jiyanê dibe xwedî perspektîfekê.”
Binpêkirinên li girtîgehan
Encu got ku li dijî feraseta rehabîlîtekirinê, li girtîgehê jiyaneke cuda heye û wiha derbirî: “Mirov bi kesayeteke şoreşgerî, jiyaneke exlaqî û demokratîk birêxistin dikin. Helwesta hevalan, têkilî û sihbeta bi wan re pir baş bû. Tevî vê jiyanê, gelek binpêkirin jî hebûn. Îşkenceyeke psîkolojîk hebû. Ji mafê tedawiyê heta yê sihbet û hevdîtinê, gelek binpêkirin hebûn. Di bin lêgerîna tazî de êrîşî kesayetiya mirovan dikirin. Herî zêde dema nexweş sewq nedikirin an jî dema bi rîngê sewq dikirin, girtî diêşandin. Yek ji van rewşan jî kelepçe bû. Dest danîn ser pirtûk, radyo û rojnameyan. Berxwedaneke pir biçûk jî dibû sedema cezayê disiplînê û bi vî awayî înfaz dihate şewitandin. Li dijî min gelek caran hewldanên provakatîf hebûn. Lê min pêşî lê digirt.”
10 mehan zêde girtî ma
Ferhat Encu bi lêv kir ku bi awayekî bêhiqûqî 10 mehan zêde di girtîgehê de maye û ev tişt anî ziman: “Cezayê li min hatibû birîn, daxilî berdana bikontrol bibû. Lê nehiştin. Min ji ‘endamtiya rêxistinê’ beraet kiribû lê îdareya girtîgehê der barê min de rapora ‘endamtiya rêxistinê’ amade kir. Bi vî awayî nehiştin bêm berdan. Dadgerên înfazê ji bo min biryar digirtin lê ji jor ferman dihatin û nedihiştin derkevim. Daxwaza min a sewqê hate astengkirin. Du meh ji qedandina cezayê min re ma bû ku hate qebûlkirin.”
Grevên birçîbûnê
Piştre jî Encu bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û ev nirxandin kir: “Rewşeke pir hestewar hebû. Piştî birêz Leyla Guven dest bi çalakiyê kir, çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû û mirovan bedena xwe dan ber mirinê. Hevalên te li ber çavên te dihelin. Dema te biryardarî û vîna wan di dît, mafdariya têkoşînê bêhtir dihat fêmkirin û baweriya bi serkeftinê zêdetir dibû. Hemû hevalan dixwest tev li vê têkoşînê bibin. Vê jî mirov gelek bihestiyar dikir. Bi hevdîtina birêz Ocalan a bi malbata xwe re xuya bû ku têkoşîn gav bi gav ser dikeve. Vê jî moral dida. Piştre jî parêzeran hevdîtin kir û peyama ewil parve kirin. Vê jî moralekî mezin da hevalan. Biryardariya li dijî faşîzmê, biryardiya dê bloka faşîst birûxîne vîna wan xurtir dikir. Bi peyam û silavên Ocalan re çavên wan dibiriqîn. Bi rast jî li girtîgehan mirov bi moral, bawerî û bi vînê li ser pêyan dimîne.”
Peyamên Ocalan
Herî dawî jî Encû ev tişt parve kirin: “Her kes li benda peyama birêz Ocalan bû. Bi hatine peyamê re hesta serkeftinê di her kesî de peyda bû. Di çavên wan de mirovî ev şanazî didît. Ocalan di peyamên xwe de qala siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî dikir. Bêguman pirgirêka kurd xwedî dîrokeke dûv û dirêj e. Ev pirsgirêk bi tundî, tunekirin û înkarê nayê çareserkirin. Tekane rê siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî ye. Lê mixabin desthilatên niha vê naxwazin. Ji ber ku kêrî wan nayê. Yên ku Mutabaqata Dolmabahçeyê red kirin û serî li tundiyê dan, diyarin. Tevî ev qas êş û azaran jî birêz Ocalan bal kişand ser deklarasyona Newroza 2013’an. Ev pir girîng e. Pêkanîna vê jî peywira hemû şoreşgeran e. Li dijî dagirkeriyê, berxwedan divê.” STENBOL