Serokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan di serdegirtina malê de hate binçavkirin
Polîsan bi ser mala Serokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan de girt. Polîsên ku deriyê malê şikandin û ketin hûndir, piştî lêgerîna malê jî Alkan binçav kirin. Polîsan der barê sedema binçavkirina Alkan de tu agahî nedan malbatê.
Ganî Alkan birin Şaxa Midûriyeta TEM’ê ya Amedê. AMED