Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dîlan Îzol wehşeta li Sêweregê vegot

Dîlan Îzol ku di êrîşa bira, birazî û mirovên wekîlê AKP’ê yê berê Zûlfîkar Îzol de dayik, bav, jinbira û biraziyê wê hatine qetilkirin diyar kir ku li pişt komkujiyê hêzên dewletê jî hene. Îzol got ku rojek beriya komkujiyê fermandarê cendirmeyan hatiye mala wan û gelek pirs jê kirine

Li taxa Çeltîkê ya Sêweregê ya Rihayê ji ber lihevnekirina erdan, di navbeyna malbatên êla Îzolan de pevçûn derket û komkujî hate kirin. Di komkujiyê de Zozan Îzol (41), Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û kurê wê yê xwendekare zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) bi çekê hatin kuştin, Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol jî bi giranî birîndar bûn. Piştî ku komkujî kirin, kujerên ku bi otomobîlê direviyan û li ser rê li ciwanan qelibîn, bûne sedem ku du xwendkarên zanîngehê jî bimirin.

Dîlan Îzol ku malbata wê li ber çavê wê hate qetilkirin, edaletê dixwaze. Îzol ku dema bûyerê li gel birayên xwe li malê bû û bûyer bi kameraya telefona xwe kişand, têkildarî bûyerê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Zeynep Kuray re axivî.

Kêliyên komkujiyê vegot

Dîlan Îzol wiha qala komkujiya li Sêweregê kir: “Saet derdora 08.30’an bû, bi traktorê pêşî hatin mala apê min. Du kes bûn. Li  dora malê digeriyan, ji aliyekî ve bi kamerayê dîmen digirtin û ji aliyê din ve jî dijûn dikirin. Gef li me xwarin û gotin, ‘’5 deqe bisekinin, em ê dîsa werin, binêrin bê ka em ê çi bînin serê we’  û çûn. Hê 5 deqe derbas nebûbû ku bi heman traktorê û 4 erebeyan vegeriyan û rêya malê girtin. Wê demê jixwe jinbira min, kurapên min, dê û bavê min li derve bûn. Tenê bi fikra ku devjenî ye, li wê derê hema wiha sekinîbûn. 12 kes bûn, çawa ku ji erebeyan peya bûn, li wan reşandin. Li her kesî direşandin, ne hema wiha bi tofelaqî, bi derba kuştinê. Dê û bavê min ji serê xwe, jinbira min ji dil û pişta xwe bi guleyê hatin kuştin, kurapê min jî bi kevir û daran eciqandin û kuştin. Wek ku ev ne bes be, bi ser de bi kevir û daran li terman jî dixistin. Ez û xwîşkên min wê demê em li mal bûn û ji bêgavî ji camê me li bûyerê nihêrî. Ew kêlî me bi kameraya telefonê qeyd kirin.”

Berê jî apê wan hatiye kuştin

Di berdewamê de jî Dîlan Îzol anî ziman ku ên ku ev komkujî kirin xizmên wan bûn û bira û biraziyê wekîlê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol bûn. Îzol got ku malbata wê ji ber doza erdên ku ev 17 sal in dom  dikir, bi hovîtî hate qetilkirin û wiha domand: “Ji ber heman pirsgirêkê, di sala 2003’yan de jî apê min Mehmet Alî Îzol şeva dezgîranê hate kuştin. Lê bi ser bûyerê de hate girtin.”

Malbatek qir kirin

Dîlan Îzol bi lêv kir ku wekîlê berê yê AKP’ê yê Rihayê Zulfîkar Îzol pismamê bavê wê ye û wiha pê de çû: “Wê demê xwestin ku kuştina apê min Mehmet Alî Îzol têxin stûya bavê min. Wê demê Zulfîkar Îzol ji bavê min re got; ‘Tu hemû tapûyan bixe ser navê min, dema ku derkete holê tu sûcê te nîne, ez ê tapûyên te li te vegerînim’ û bavê min qanih kir. Bavê min baweriya xwe pê anî ku piştî demekê dê tapûyan bide. Lê nedan. Lê hem tapû nedan û bi ser de jî, Cîhan Îzol, Bulent Îzol, Medenî Îzol, Servet Îzol, Cemal Îzol ji bo ku em erdan berdin gelek caran gef li me xwarin. Dixwestin ku em dev ji her tiştî berdin û ji gund derkevin lê me ev qebûl nekir. Piştre komkujî kirin. Birayên Zulfîkar Îzol, Cemal, Bulent, Cîhan û kurê wî Ferman û 8 kesên li cem wan ku em wan nas nakin, diya min, bavê min, jinbira min û kurê wê kuştin.”

‘Komkujî hatiye plankirin’

Îzol got ku kurapê wê Mehmet Metîn û Yûsûf Rojhat li gel ku birîndar bûn û mexdûr jî bûn hatine girtin û wiha bi dawî kir: “Ji birayên Zulfîkar Îzol jî tenê Cîhan hatiye girtin. Me tu agahî negirtin bê ka tu kesên din hatine girtin an na. Tu kesî alîkarî neda me. Me bi destên xwe cenaze veşartin. Saetek piştî bûyerê jî cendirme hatin. Bang li ambulansê kirine lê nehatiye. Wan birîndar rakirin, wesayît sekinandin û rakirin nexweşxaneyê. Ev komkujî beriya niha hatiye plankirin. Rojek beriya komkujiyê, ji Qereqola Cendirmeyan a Çaylarbaşiyê fermandarê ku nû hatî, hate mala me û gelek pirs kirin. Hêzên  çekdar ên dewletê, dewlet, li pişt wan e. Em naxwazin ser vê komkujiyê were girtin. Em 6 xwişk û bira sêwî man. Em dixwazin hemû werin cezakirin û dengê me were bihistin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar