Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Gerîlayan li Wan û Amedê çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Wan û Amedê li dijî dagirkeran çalakî lidarxist. HPG’ê aşkera kır ku di çalakiya li Wanê de leşkerek hat kuştin, panzerek hat derbkirin û li Amedê jî stasyona bazê hate rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê aşkera kir ku li Wan û Amedê çalakî li darxistine û leşker hatine kuştin.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla de ev daxuyanî da: “Hêzên me roja 17’ê hezîranê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de ji du baskan ve bi serketî li çeper, baregeh û wesayîtên zirxî yên li qereqolê hate xistin, leşkerek hate kuştin û panzerek berd xwar. Di roja 17’ê hezîranê saet 00.30’an de jî hêzên me li dijî stasyona bazê ya dagirkeran li herêma gundê Godernê yê navçeya Pasûra Amedê çalakiya sabotajê lidardxist û stasyona bazê hate rûxandin.”

Êrîşên hewayî

Artêşa tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn derbarê van êrîşan de jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Di roja 17’ê hezîranê saet 21.00’an de balafirên şer bombe li herêma Xantûr a Heftanînê, roja 18’ê hezîranê saetên sibê dîsan herêma Şehîd Kendal, Pîrbila û Xantur yên herêma Heftanînê barandin. Heman rojê balafirên şer saet 11.20’an bombe li herêma Kesta a herêma Metînayê barandin. Di van bombeberanê de tu windahiyekî hêzên me çênebûn, li herêma Kesta di piştî êrîşê  li eraziyê şewat derket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar