Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi rewşenbîran re civiya û wiha got: “Bi daxuyaniyên Ocalan re teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz bûye.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bi akademîsyen û rewşenbîran re li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li otelekê civîn li dar xist. Gelek rewşenbîr û akademisyen, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewilî Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay axivî û got pêdiviya wan bi îtîfaqa demorkasiyê heye.
Hevserok Sezaî Temellî jî da zanîn ku civîna li gel rewşenbîran ji bo wan gelek girînge û behsa xebatên hilbijartina Stenbolê kir. Temellî got ku 23’ê hezîranê ji niha ve bi teşe bûye. Temellî diyar kir ku ji bo têkçûyîna AKP-MHP’ê divê her kes dengê xwe bide Ekrem Îmamoglû. Temellî anî ziman ku atmosfera 23’ê hezîranê dide xuyakirin ku dê beşdariya hilbijartinê niha ji hilbijartina 31’ê adarê derbas bike û baştir xuya dike. Temellî bal kişand ser binpêkirina mafan a 4 salên dawî û her roja ku diçe behiqûqî zêdetir dibe û Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dibe.
‘Peyamên Ocalan teza me bi hêz kir’
Temellî da zanîn ku hatina ba hev gelek girîng e û wiha got: “Avakirina îtîfaqa demokrasiyê hewcehiye. Ji bo bloka demokrasiyê lazime hemû dînamîk bikevin tevgerê. Tirkiye dê nikaribe 4 salên din wisa birêve biçe. Pêdiviya lezgîn a Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Carek din li Îmraliyê li gel birêz Ocalan hevdîtin pêk hat. Hatina dengê muzakereya demokratîk, lihevkirina civakî û aştiya civakî ji Îmraliyê hat û gihîşt gelê kurd, ev yek jî teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz dike.”
Piştî axaftina Temellî civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir. STENBOL