Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dadgehê polîsên ku bi panzerê birayên Yildirim qetil kirin xelat kir!

Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê der barê 2 polîsên ku bi wesayîta panzerê birayên bi navên Muhammed û Fûrkan Yildirim qetil kirin, biryara xwe da. Li gorî vê, polîsê bi navê Mûrat Meden beraet kir û li polîs Omer Yegît jî 2 sal û mehek ceza birî. Dadgehê ev ceza jî veguherand cezayê pere. Malbata Yildirim bertek nîşanî dadger da û got; ‘Bila te xelat jî bikira.’

Dehemîn danişîna doza polîs Omer Yegît û Mûrat Maden ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê panzêr li birayên bi navên Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) qelibandin û qetilkirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate dîtin. Di danişînê de hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, hevşaredarê Silopiya Suleyman Şavluk, bavê her du zarokan Mesût Yildirim, parêzerên endama baroyên Şirnex, Amed û Bursayê û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Di danişînê de her du polîs jî amade bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Bersûc Omer Yegît ku ajokarê panzerê bû parastina xwe kir û weke di danişînên din de, dîsa xwe parast. Bavê zarokan Mesût Yildirim jî da zanîn ku tu ceza dê zarokên wî paş ve neyîne û wiha got: “Ji bo êşa me kêm bibe û ev bûyer bên qedandin, ez dixwazim ku biryareke adilane bê dayîn.”

Ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest

Dozger jî mutala da û ji sûcê ‘biqisûr bûne sedema mirinê’ ji her polîsekî re ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest. Dozger xwest der barê bepirsyaran de jî giliyê sûc bê kirin. Parêzeran jî parastina malbata Yildirim kir û xwestin ku sûcdar bên cezakirin û cezayeke adilane bê dayîn.

Dadger biryara xwe da

Pişt re her du bersûc axivîn û xwe weke her carê parastin. Dadger navber da danişînê û pişt re biryara xwe aşkera kir. Dadger polîsê sûcdar Mûrat Meden beraet kir û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsê sûcdar Omer Yegît birî. Dadgehê ev ceza veguherand cezayê pereyê û li gorî vê dê Yegît 19 hezar lîreyan bide.

Piştî biryarê parêzerên malbata Yildirim bertek nîşanî dadgehê dan û gotin: “Ew mabû ku madalyayan bixin stûyê wan.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar