Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê nekarîne encam bigrin û her tim têk çûne
Biradost navê eşîr û navê du herêman e. Herêmek li başûrê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Hewlêrê ye, navçeya wê jî Sîdeka ye. Herêma din jî li rojhilatê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Urmiyê ye ku wek Somaya Biradost tê naskirin. Eşîra Biradostî bi hezarê salan li sê goşeya Bakur, Başûr û Rojhilat de dijîn. Ev herêm di dîroka Kurdistanê de bi rêveberiya Mîran tê naskirin. Her wiha berxwedaniya wan a li beramberî dagirkeriya li ser Kurdistanê jî tê zanîn. Yek ji van berxwedaniyan jî Kela Dim Dimê ye. Di sala 1609 an de Şah Ebas êrîş dibe ser vê herêmê. Li Kela Dim Dimê mîrê kurd, Xanê Lepzêrîn gelekî bi egîdî li ber xwe dide. Piştî berxwedaniya li Kela Dim Dimê kurdên eşîra Biradostan ji ber zextên Efşaran neçar dimînin berê xwe bidin herêmên Biradostan ên li başûrê Kurdistanê ku wê demê di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû. Mîrê dawî yê Biradostiyan Ebdullah Begê Bênarî bû ku li Kela Bênarî ya li ser sînor desthilatdar bû. Mîr Bênarî di şerê sala 1916 an bi rûsan re roleke wî ya girîng hebûye.
Di dema serhildana Simkoyê Şikak de bi taybet piştî qetilkirina Simko di sala 1920 an de gelek kurdên herêma Biradostan berê xwe didin Sîdekaya li aliyê din ê xetê ango başûrê Kurdistanê. Wê demê ew herêm jî di bin desthilatdariya îngilîzan de bû. Heta niha jî ji wan kurdan re Muhcir tê gotin. Piraniya kurdên ji êrîş û dagirkeriyê reviyane û neçar mane koçber bibin li herêma Sîdeka ya îro ku ser bi herêma Soran a Başûrê Kurdistanê ye bicih dibin.
Herêma Sîdeka
Sîdeka bajarokeke ser bi bajarê Soran (Diyana) ye. Dikeve 144 km bakûr rojhilatê bajarê Hewlêrê. Piştî sala 1996 an bi fermî ser bi herêma Biradost hat naskirin. Ser bi qezaya Soran e û navenda nahiyeya Sîdekan e. Heta beriya sala 1996’an her wek herêma Biradostan dihat naskirin. Ji salên dûr û dirêj ve her tim rêya hatin û çûyîna bazirganî bûye. Dîroka Sîdeka (Biradost) gelekî kevin e. Ji navendên agirgehên pîroz ên serdema Urartuyan ku jê re Musasir dihat gotin li gundê îro yê Micêsera bermahiyên vê agirgeha dîrokî hatiye dîtin. Qiralê Asûriyan Sargonê duyemîn di sala 714 B.Z êrîşî qiralê Musasir ê Urartuyan dike. Cihên pîroz ên vê perestgehê wêran dike. Her wiha dest danîne ser gelek mal û milkên Musasiriyan û wek xenîmeta şer bi xwe re dibe paytexta Asûriyan, Nînovayê. Ketîbeyên nivîskî yên ji Kelaşînê derketine ku niha di mûzexaneya bajarê Urmiyê de ne, her wiha ketîbeyên nivîskî ji Topzava ku di mûzexaneya Hewlêrê de ne, nîşan didin ku herêma Sîdeka ya Biradostan xwedî rabirdûyek dîrokî ya hêja bûye.
Di serdema Ebasiyan de Sîdekan beşek ji Wilayeta Azerbaycan û Mûsilê bûye û ji aliyê walîtiya Mûsil û Azerbaycanê ve dihate birêvebirin. Di serdema Eyûbiyan de jî Sîdekan di bin rêveberiya Eyûbiyan de bûye. Mîrên Zerza yên ku rêveberiya herêma Kelaşînê dikirin, bacên xwe ji Misirê re dişandin. Di pirtûkên dîrokî de gelekî behsa Restaq (Deşta Rostê ya niha ku li binarê çiyayê Helgort e), her wiha gundê Metê ku niha jê re deşta Hêrtê tê gotin, tê kirin. Di dema berxwedaniya Kela Dim Dimê de Sîdeka û Rewanduz di destê eşîra Zerza de bû, paşê ji aliyê Mîrê Soran ve tê dagirkirin. Piştî şer û berxwedaniya li Kela Dim Dimê fermandarê Efsanewî, Xanê Lepzêrîn Mîrayetiya Sîdeka dike. Heta serdema Mîrê Rewanduzê (Paşayê mezin 1830) dikeve bin hukumdariya Mîratiya Soran. Ev herêm her wiha demek dirêj di bin mêtîngeriya Îngilîzan de jî bû. Di salên 1885 an de hêzên artêşa Îranê ji bajarê Şino ve êrîş tîne ser kela Sîdekan. Demekê bi topan ew herêm topbaran dikin lê paşê dema encam nagirin, careke din paşve dikşin. Di dema şoreşa Ebîdullahê Nehrî, sala 1882 an gelek kurdên ji Urmiye û Şemzînanê ji aliyê din ê sînorê Rojhilat û Bakûr berê xwe dane herêma Sîdeka. Di sala 1917 an de ku leşkerên rûs êrîşî Rewanduzê kirin, gelek hêzên biyanî xwe li herêma Sîdeka û piraniya Biradostan bicih kirin. Bi gotinek din dagirkirin û xistin bin destê xwe. Eşîrên kurd ên li herêma Biradost li beramber êrîşên Rûsan gelekî li ber xwe dan û destanên qehremaniyê nivîsandin.
Simkoyê Şikak beriya sala 1930 an ku vegeriya Şino û hate qetilkirin li herêma Sîdeka, li gundê Jûjîle yê li quntara çiyayê Bolê dima. Kurdên ku ji neçarî koçber bibûn, heta niha jî ji wan re Muhacir tê gotin.
Di dema şerê Îran û Iraqê, sala 1984 an de yek ji navendên herî zêde şerê di navbera du welatan de lê qewimiye, dîsa herêma Sîdeka bûye. Gelek kurd ji ber vî şerî bûne qurbanî. Heta niha jî ji ber mayînên ku rejîma Sedam wê demê daniye, salê gelek hemwelatî jiyana xwe jidest didin yan jî birîndar dibin.
Di warê erdnîgarî de herêma Sîdeka xwedî av û axek gelekî bi bereket e. Zozanên vê herêmê bi nav û deng in. Mêrge Mîr û Mêrge Dukan, mêrgên herî bedew ên vê herêmê ne. Çiyayê herî bilind ê vê herêmê çiyayê Helgurt e ku dikeve rojhilatê herêma Sîdekan. Çiyayê Hesen Beg li nêzî Diyana, Çiyayê Rebenok li Goşînê, Çiyayê Bolê, Çiyayê Ber bi Zînê, Çiyayê Qelender, Çiyayê Şekîf, Çiyayê Avdil Kêwî, Siyako, Şemaşe, Hacer, Çiyayên Xakûrkê û Berazgir.
Li herêma Bradostan gundê Lolanê wek navendeke herî bi hêz a Şêx Reşîdê Bradostî (Lolanî) bûye. Ji ber zextên hêzên ku dixwestin sulteya xwe li ser vê herêma stratejîk biselmînin, bi taybet di navbera salên 1931-1962 an de vê herêmê şahidî ji gelek berxwedaniyan re kiriye. Lê mixabin herî zêde li vê herêmê şerê di navbera du eşîrên Bradost û Barzaniyan de mohra xwe li rewşa herêmê daye. Şêx Reşîdê Lolanî li Rewanduza herêma Biradostan li dijî vê yekê derdikeve û dixwaze herêmê biparêze. Gelek murîd û alîgirên şêx hebûn û bandora wî ya manevî li ser gelê herêmê gelekî zêde bû. Lolan wek navendeke girîng a olî û siyasî dihat naskirin. Piştî koça dawî ya Şêx Reşîdê Lolanî navenda olî ji bajarê Hewlêrê re hat veguhestin.
Di encama şerê birakujî di navbera Barzanî û Bradostiyan de zêdetirî 2 hezar kes ji herdu aliyan hatin kuştin. Gelek gundên wan hatin şewitandin. Di dema tevgera Mela Mistefa Barzanî de jî ev şer berdewam bû. Di sala 1962 an de bi fermana Mela Mistefa êrîşeke berfireh li ser eşîra Bradostan çêdibe. Eşîra Bradostî neçar man xwe vekişînin sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û heta 1970 li wir man. Bradostiyan gotin qey rewş asayî bûye ji bo wê jî dema careke din vegeriyan ser cih û warê xwe, agirê şer yê di navbera her du eşîran de careke din gur bû. Serokê eşîra Bradostiyan Kerîma Xan û gelek kesên pê re xwe spartin hikûmeta Iraqê. Kerîma Xan li Mûsil ma û paşê wefat kir.
Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin li Kurdistanê hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê nekarîne encam bigrin û her tim têk çûne. Gelek peyamên dizî û eşkere di navbera dewletên dagirker ên herêmê û hêzên derve de li ser herêma Biradostan çêbûye. Siyaseta herî ber bi çav ku van hêzan bikar anîne jî ew bûye ku kurd parçe kirine, bi taybet eşîrên kurd ên li wê herêmê jiyane, berdane pêsîra hevdu û wisa hukmê xwe berdewam kirine. Li Biradostan mixabin berovajî navê xwe yê hêja her dem xiyaneta hundirîn darbeyên mezin li tevger û serhildanên kurdan daye.
ÇAVKANÎ: Gelawêj Ewrîn – ANF