Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Agiriyê mamosteyê werzîşê tecawîzî zaroka 12 salî kir

Li gundekê Bazîd a Agiriyê mamosteyê bi navê H.K. tecawizî zaroka 12 salî B.K. kir. Piştî ku bûyer hate bihîstin jî hêzên leşkerî û midûriyeta perwerdeyê ya bajar ji malbatê xwestin ku bûyerê binixûmin. Melayê gund û keyayê gund ê berê jî ji malbatê xwest ku keça xwe bi pereyan bidin mamosteyê tecawizkar

Li dibistana gundekê navçeya Bazîd a Agiriyê, mamosteyê Perwerdeya Werzîşê yê bi navê H.K., di 22’yê gulanê roja çarşemê de tecawizî zaroka 12 salî B.K. kir. Piştî ku B.K. bûyer ji midûrê dibistanê re vegot, midûr agahî da Qereqola Cendirmeyan. 4 saet piştî agahiyê jî komeke cendirmeyan hate dibistanê û tecawizkar H.K. binçav kirin. Mamosteyê tecawizkar ku sewqî dadgehê hate kirin, bi sûcdariya ‘Gumana bihêz’ hate girtin.

Xalê zaroka ku rastî tecawizê hatî yê bi navê Îbrahîm Halîl Yildiz ku li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê dijî û dayika wê Cemîle Keskîn a li Bazîdê dijî, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îrfan Tunççelîk re axivîn.

Îbrahîm Halîl Yildiz da zanîn ku qereqola cendirmeyan di serî de li dayika zarok K. digere û wiha dom kir: “Ji qereqolê li Cemîlayê geriyan û jê re gotin; ‘Keça te ji hêla mamosteyê ve hatiye tecawizkirin.’ Li ser vê yekê jî xwişka min diçe qereqolê. Tevî vê jî dema îfadeya keça wê digirin, nahêlin ku dayika wê li cem wê be. Kincên keça me şandin Saziya Tipa Edlî (ATK). Lê ev mehek bi ser re derbas bû. Nû hatin û di bin navê tedawiya psîkolojîk de, xwarziya min birin Agiriyê. Dixwazin îfadeya xwarziya min biguherînin. Ji bo vê jî dê pere bidin malbatê û bi vê yekê re dixwazin bi ser bûyerê re bigirin.”

‘Dewlet çima dixwaze bûyerê veşêre?’

Di berdewamê de jî Yildiz destnîşan kir ku der barê bûyerê de li wezareta dadê, Wezareta Karên Malbatê û Xizmetên Sosyal, Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî û Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) geriyan lê heta niha tu agahî ji wan re nehatine dayîn. Yildiz, pirsa ‘dewlet çima dixwaze vê bûyerê veşêre?’ kir û wiha pê de çû: “Der barê bûyerê de tu agahî û belgeyan nadin me. Ji ber ku naxwazin medya bibihîze. Melayê gund A.K., keyayê gund ê berê M.Y. û yên bi wan re,  ji malbatê dixwazin ku keça xwe ya 12 salî li hemberî pereyan bi tecawizkarê wê re bizewicînin. Ez ji bo xwarziya xwe banga hestiyariyê li raya giştî dikim. Em dixwazin her kes bi me re bibe alîkar. Neheqiyeke mezin heye. Bavê xwarziya min, xwişka min berda û zarokên xwe terk kirin û çû Romanyayê. Birayên wê jî xemsar in. Dê wan bixapînin û bi pereyan bi ser bûyerê re bigirin. Lê ez ê vê bûyerê bişopînim. Ez dixwazim hemû kes dengê me bibihîse. Bi taybetî dixwazim medya vê bûyerê servîs bike.”

Qewimîna bûyerê

Dayika zarok B.K., Cemîle Keskîn jî anî ziman ku dema keça wê ji dibistanê dihat pir hêrs dibû û ev agahî dan: “Haya min ji bûyerê nebû. Piştre hîn bûm ku mamosteyê werzîşê keça min aciz dike. Rojekî pêyê keça min seqet bû. Rapor girt û çû dibistanê. Mamost H.K. ê di deriyê dibistanê de rawestiyayî, jê re dibêje ‘Gelo tu min dişopînî? Dengê xwe dernexe.’ Keça min jî jê re dibêje ‘Ma ez ê çima te bişopînim?’ Mamoste nêzî 5 deqeyan keça min nerehet dike û piştre jî tecawiz dike. Dema midûr bûyerê dibihîse jî agahiyê dide alîkarê xwe. Wisa difikirin ku em ê keça xwe bikujin. Bi vê boneyê li odeya komputeran vedişêrin.”

Hewl dan bi ser tecawizê de bigirin

Di berdewamê de jî Keskîn qala îfadeyê kir û wiha domand: “Polîsan bangî min kirin. Ez çûm qereqolê. Fermandarê qereqolê, pirsa ‘Xaltî agahiya te ji vê bûyerê heye?’ kir.  Min jî got na. Tevî ku agahiya min pê nebû, pirsa ‘tu gilî bikî?’ kir. Ji ber ku haya min ji tiştekî nebû, ez mat mam. Rayedarên Midûriyeta Perwerdeyê ya Mîllî û berbaz bi min re axivin. Ji min re gotin; ‘Tu gilî bikî jî sûce û tu nekî jî sûce. Bûyerên bi vî awayî ger bên bihîstin dê zirarê bide saziya perwerdeyê.’ Keça min hêj 12 saliye û pir hatiye êşandin.”

‘Bila çapemenî vê bêedaletiyê binivîse’

Herî dawî jî Keskin wiha got: “Ev hefteyeke rayedarên Midûriyeta Bajêr a Karên Malbatê û Xizmeta Sosyal tên mala me. Ji min pirsa; ‘Kes te nerehet dike?’ dikin û diçin. Melayê gund A.K. û keyayê gund ê berê M.Y. hatin mala min û ji min re gotin; ‘Dest ji gilî kirinê berde. Bila mamoste hevjîna xwe berde û beramberî pereyan jî em keça te bidin wî.’ Min jî ji wan re got, ‘Ev ne edalet e, ev zilme.’ Dîsa dibêjim, ev nayê qebûlkirin û nêzikatiyeke dermirovî ye. Rayedarên midûriyetê keça min ji malê birin. Ez dixwazin ev bûyera bi serê keça min hatî bê bihîstin. Ez naxwazim zarokên din jî rastî bûyereke wiha bên. Bila çapemenî bêedaletiya heyî binivîse.” AGIRÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar