Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Heyeta HDP’ê çû Sêweregê

Şandeyeke ku ji parlamenter û rêveberên HDP’ê û ji hiqûqnasan pêk dihat, bi munasebeta qetilkirina 6 welatiyan, çû Sêweregê. Ji şandeyê parlamenter Nîmetûllah Erdogmûş axivî û wiha got: “Dewlet li her derê ye. Lê gelo dema ku ev bûyer qewimî dewlet li ku bû?”

Bi armanca lêkolînkirina qetilkirina 6 welatiyan ku 4 jê ji malbata Îzol bûn, şandeyeke ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş, Omer Ocalan û Ayşe Surucu û rêveberên partiyê yên navçe û bajaran û ji hiqûqnasan pêk dihat, çû Sêweregê. Şande di serî de çû konê sersaxiyê yê ku li Taxa Areşê ya Sêweregê ji bo Zozan Îzol hatibû vedan û sersaxî ji malbatê xwest.

Di şînê de Nîmetûllah Erdogmûş axivî. Erdogmûş bal kişand ser bûyera îşkenceyê ya li Xelfetiyê û wiha domand: “Di meha Remezanê de em bi bûyerên nexweş re rû bi rû man. Lê tevî vê yekê jî me tu muxatab nedîtin. Em weke heyeta HDP’ê çûn sekreteriya Serdozgeriya Sêweregê lê belê me nekarî hevdîtinê bikin.”

Bang kir

Erdogmûş anî ziman ku aştî û aramiya civakê hatiye dînamîtkirin û bi vê bûyera dawî ya li Sêweregê re jî êdî kêr gihaştiye hestî. Erdogmûş wiha pê de çû: “Em bang dikin. Ger em dewleta hiqûqê bin, ger li Rihayê belavkarên edaletê hebin, divê niha demildest sûcdar û kiryar bên darizandin. Asta mexdûriyetê diyar e. Bila li ber vê mexdûriyetê kes xwe li ker û lalîtiyê nedane.”

Dewlet li ku bû?

Herî dawî jî Erdogmûş ev tişt destnîşan kir: “Em weke HDP’ê dê her tim bibin çav û guhê van mexdûriyetan. Em wek siyasetmedarên HDP’ê di her kêliyê de dewletê hîs dikin. Dewlet, li her derê ye. Beriya ku ev bûyer rû bidin, gelo dewlet li kuye? Peywirdarên vê dewletê li ku  ne?”

Piştre jî şandeya HDP’ê û parêzer çûn Taxa Çeltîkê û hevdîtin bi kesên xizmên xwe windakirine re kirin. Heyeta HDP’ê piştre jî derbasî Taxa Karakoyûnê bû. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar