Destpêk
Li ser asta rewşenbîriyê û rola wê di gûherandinên jiyanê da gelek lêkolîn hatine kirin û nivîsandin. Fîlosof, nivîskar, rewşenbîr û rewanasên civakê bi sedan gotar û pirtûk li ser vê mijarê nivîsandine û bûne pêşeng û rêberên civaka xwe. Serok û birêveberên dewletan jî ji azmûnên kesên wiha mifa standine û bîr û ramanên wan kirine bingeha demokrasiyê ji bo pêşketina welatê xwe. Di vê mijarê de bi taybetî jî welatên ewropî xwedî azmûnên dîrokî ne. Heya mirov di nava dilê civaka kurd da nejî, dibe ku buhayê babetekî wiha girîng baş neyê famkirin û zanîn. Li vir mijar rola rewşenbîran di gûherandinên civakê de ye. Ew çawa dikarin hişê civakê zindî, îradeyê bihêz û di warên din de bibîne dînamîzma bihêz a civaka xwe.
Di her civakekê de rewşenbîr wek mêjî û hêz an jî dînamîzma gûherandinên bingehîn yên aborî, civakî, çandî û strûktûriyên wê civakê tê hesibandin.
Pîvanên rewşenbîriyê li gor her netewe, sazî û civakekê tên gûherîn. Ew bi serê xwe weke fenomenek nû ye ku bi rewşên aborî, civakî, dîrokî û radeya xwendevaniya her gelekê ve girêdayî ye. Lewma jî her gel û civakek di demek diyarkirî de bi awayekî cuda ji hev li fenomenên han dinêre.
Civaka kurd û rewşenbîrî
D vê rastiyê de ti guman tune ku gelê kurd di warê rewşenbîrî û civakî de weke ku di warên din de jî tê dîtin, di pêşkevtinên dîrokî de cihê xwe yê rastîn jî hîn di asta pêdivî de bi dest nexistiye. Nivîskar û rewşenbîr pêwîst e xebatê bikin da ku deryekî nû li ser vê mijarê vekin, hewayekî musaîd ji xwe re amade bikin û pêre hingî pênûs bi hêz û hezeke mezin a ji gûherandinê re bêtir bi tiliyên wan bikevin gerê.
Nivîskarên mutewazî, xwedî bawerî bi bandora gotin û nivîsên xwe bi tu şêweyan xwe naxine rêza tejî serbilindî a rewşenbîran. Ji ber ku ew wan standardên rewşenbiriyê di xwe de nabînin ku bikarîbin di hemû waran de rewşa civakê bigûrînin.
Tevî perçebûna Kurdistanê di serdema piştî şerê Çaldiran di sala 1514’an û şerê yekemîn yê cîhanê (1914–1918) de (1), çar sîstemên cuda yên perwerdeyî û civakî şûna strûktûra eşîrî û yekrengîya civata Kurdistanê digirin ku xwedî ziman û çandên ji hev cuda ne, lê di xalekê de hevparin ku ew jî siyaseta asîmîlasyona çand û zimanê kurdî ye.
Perwerdekirina bi metod û şêweyên ku netewên serdest dixwestin hingî zêdetir nêzî serkeftinê bû ku mixabin di nava rewşenbîrên kurd de jî têgehiştinek havpar derheqê mafên neteweyî de tunebû. Rewşa ku mixabin di şertên îro de jî berdewam e. Vê yekê kiriye ku carna di “kirasê partiyeke siyasî” de piraniya wan bi ser ramanên cûr bi cûr û gelek caran jî li dijî “ramanên netewî” bêne parvekirin. Beriya şoreşa Fransa (1789-1799) bîrmendên weke Jan-Jak Rousso (2) dikarin bi yek-du nivîsan gel li dijî dîktatoran bîne ba hev, lê di nava me kurdan de heta di sedsala teknolojiya pêşkeftî a ragehandinê de jî kesekî/e wiha xwedî hêz peyda nabe. Bîr û ramanên Rousso di warên siyasî, wêjeyî û perwerdê de xwedî bandoreke mezin bûn. Ew yek ji kilîlên sereke yên vekirina rêya serkeftina şoreşê û stoneke bingehîn ya serfiraziya armancên şoreşa mezin a Fransayê bû. Nêrînên wî li ser mafê mirovan piştre bûn dersên zankoyên welatê Fransa û welatên din yên Ewropa. Kesên wiha di sedsala 18’an de rê li ber serkeftina şoreşekê vedikin ku piştre li hemû cihanê xwedî bandor bû, lê mixabin heya roja îro jî pirî caran şikesta di qada siyasî an jî bidawîbûna şerê çekdarî yê şoreşekê, bi hevkariya bizava perçeyeke din ya Kurdistanê gehaye dawiya jiyana xwe. Û di rewşeke wiha de rewşenbîrên me an bêdeng in an jî dengên heyî ewqas nizmin ku kes nabihîse. Rewşa partiyên siyasî ên rojhilatê Kurdistanê li başûr mînakeke baş a vê gotinê ye. Ew bi destûra Tehranê lê bihêza li Silêmanî û Hewlêrê di kempên penaberiyê de hatine îzolekirin. Rewşeke wiha em li salên 1945-46’an nabînin ku hezaran kurdên Başûr li pey şikesta şoreşa Barzan a duyemîn derbasî rojhilatê Kurdistanê bibûn!
Dema mirov li ser van sedemên ku hatine nivîsandin bi hûrbînî dinêre, hingî dizane ku di rûperên dîrokê de ger bo yek car jî be, li ser sedem û faktorên weke: perwerdehî, civakî û asta têgehiştina rewşenbîran lêkolîn nayên kirin. Carna di nava me de ji hêla hinek rewşenbîran ve birêveberên bizavên siyasî weke mirovên: berjewendperest, xayîn, xwefiroş û bêşexsiyet têne bi nav kirin, bêy ku rexne an jî lomeyek ji “bizava rewşenbîriya” wê serdemê bê kirin. Çima heta di şertên wiha de çîna rewşenbîr mafê xwe naparêzin? Bêşûphe gelek caran rewşenbîrên kurd dixwazin rola xwe ya dîrokî bipejirînin, bilîzin û heta carna bibîne sazmankarên doza siyasî a neteweya xwe jî. Di nava me de mînakên wiha kesên weke Alîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî an jî hinek ji endamên malbata qedirbilind a Bedirxaniyên Botanê ne. Bi van mînakan re min xwest bêjim ku di anatomiya bizava siyasî-civakî a kurd de rol û cihê rewşenbîran pir bi kêmî tê xuyanî kirin. Her wiha perwerdeya xwedî bandor jî tenê ketiye ber hin kesên ku hejmara wan belkî ji hejmara tiliyên du destan derbas nebe. Di çaxê xwe de mamosta Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Hêmin Mûkiriyanî, Giyo Mûkiriyanî û Mesûd Mihemed bi erkên wiha rabûne ku tunebûna piştgîriyê bûye sedema girtin, hejarî û bêderfetiyên wan yê jiyana rojane jî.
Rewşenbîr parêzvanên edaletê li hemberî otorîteya zaliman in. Di vê rêya tije astengî de kêm nebûne kesên ku li Kurdistanê di mijara rewşenbîriyê de xizmeta civakê kirine, lê zext û zorên dewletên dagîrker wisa bihêz û zêde bûne ku nehiştine dengê wan bi duristî di civakê de belav bibe an jî peyama xwe bigehînin.
Li derveyî Kurdistanê manîfestoya rewşenbîran hêz û bandora xwe ji wê nameya Emile Zola (1840-1902) girtiye ku li sala 1898 ji serokkomarê Fransayê re nivîsî û nerazîbûna xwe li dijî girtina Alfred Dreyfus (1859-1935) nivîsîbû. Wê nameya tije peyamên dîrokî cesaretek mezin li dijî desthilatdarên ku pêngavên xweseran e û dûr ji zanista logîkê hilanîn di nava çîna rewşenbîr a civakê de çêkir.
Ji bo baştir fêmkirina sedemên vê yekê peydekirina sebebên perwerdeyî yên welatên desthilatdar li Kurdistanê yê gelek hevkariya me bikin ku rewşa heyî a pêr, duh û îro li welatê me bê analîzkirin. Ji ber riha azadîxwazî û serhildanên bêrawestan mirovê kurd û bi taybetî jî rewşenbîrên kurd her tim di bin givaşên saykologî (sycologic), aborî û kesayetiyê de jiyane û hê jî di rewşeke wiha de jiyanê derbas dikin. Tu belge ne hewce ne ku bêjin Kurdistan welatekî kolonî û dagîrkiriyê welatên biyanî ye. Çimkî atmosferê çêkirî ji hêla navenda desthilatdar ve dike ku kurd di civakê de xwe hemwelatiyê dereceya du-sê û bêpar ji gelek xweziyên sirîştî bibîne. Di karê birêvebirina bajar û herêma xwe de xwedî wê hêza hilbijartinê nîne ku li gor daxwaza xwe xizmeta civakê bike. Di rewşeke wiha de gelo ma sirûştî nîne ku nekarîbe bi duristî rolê xwe bilîze? Dema ku heta liv û lebatên jiyana wan ya malbatî û şexsî jî bikeve jêr çavdêriyê, êdî kesê xwedî bîr û raman yê çawa bikarîbe ya nava dilê xwe bîne ser kaxê û bigehîne têhniyên pêşkeftin û gûherandinê?
Rengê asîmîlasyonê
Li welatên weke Tirkiyê û Sûriyê rengê asîmîlasyonê reş bûye.
Sîstemên desthilatdar ti şans û bext ji bo pêşveçûyîna civaka kurdî rewa nedîtine. Nivîskar û hunermendên weke Dilşad Merîwan (1947 – 1989) li ser hînkirina zarokên kurd bi rênivîsa Latînî ji hêla Baasiyan ve tê girtin û îdam kirin. Heta di roja îro de di nava kurdên Xorasanê de li dijî rewşenbîrên weke Elîriza Spahiyê Layîn jî Îranî gefên bêdawî dikin. Li her dera ku navendên rewşenbîrî şîn bibin, rojname û kovar bêne weşandin ew nikarin hebûna wan tehemûl bikin. Ji sala 1986’an û şûnde li bajarê Urmiyeyê hem navenda Selahedîn Eyûbî û hem jî navenda Ehmedê Xanî ji hêla rejîma îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Wan ew navend weke xwendingehên bihêzkirina doza neteweyî ya kurd binav dikirin. Her wiha bi rêya sîxûrên xwe li ser bednaviya wan saziyan antîpiropagandeyên çewt belav dikirin.
Ji sala 1978’an û şûnde cinayetên dij mirovahiyê neman ku cara berê li Mehabad, Urmiyê û piştre jî li hemû rojhilatê Kurdistanê peya nekirin, lê rewşenbîrên me biqasî ku pêwîste be nekarîn rê li ber wan karên bêexlaqane bigirin. Û wan jî karîn li her derê tûrên sîxûrî, madeyên bêhoşker ên weke şîşe, hiroyîn, heşîş, tiryak, nexweşiyên cinsî û dehan lîstikên din bikar anîn ku hem kesayetiyê bişkênin û hem jî agirê şoreşa Kurdistanê sar bikin. Wan berê ji Mehabadê dest pêkirin û wiha gotin:” Vira navenda kurdiniyê, paytexta komarê û ji ber dîroka xwe ya a tije kar, wek serê mare û pelixandina mar jî ji serî de dest pêdike….”
Li hemberî van qirêjiyan pirî caran pirsa:” Em çi bikin…!?” ket ber berpirsên doza Kurdistanê, lê valabûna qada xebatê rê li ber dagirkeran vekiribû ku hinek ji planên xwe yên gemar li Kurdistanê cî bi cî bikin. Di rewşeke wiha de tenê berxwedana ji bo “parastina sîstema civakî” erkê yekê bû ku ev jî bi tena serê xwe hemû bersiva pêwîst nebû.
Li rojavayê Kurdistanê jî li hemberî “înkar û mafê nasnameyê” gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermend rastî sivkatî, girtin, îşkence û kuştinê hatin, lê encama siyaseta dewletê jî rûçikê xwe yê rastîn li pey sala 2012’an da xûyanîkirin dema ku êdî kurd li dijî hebûna wan rabûn ser piyan.
Bi van du mînakan re belkî pirsyara yekê ev be:” li hemberî siyaseta asîmîlasyonê rewşenbîrên nava civakê çi kirin…?”. Di dirêjahiyê vê nivîsê de bersiva vê pirsê jî hinek berfirehtir heye.
Civaka kurd li pey 1995’an
Beriya sala 1995’an civaka kurd bi qasî roja îro hevgirtî nebû, lê meşa asîmîlasyonê jî bi taybetî li bakûrê welêt bi çar gavan ber bi pêşve nediçû. Heya hingî kurd di nava welatê xwe yê perçebûyî de jî perçe-perçe bibûn. Civakê rengê xwe yê wekhev û resen hêdî-hêdî dida çend rengên din ên tejî dijhev. Yanî siyaseta bişaftinê dikir ku pirî caran kurd xwe weke iraqî, tirkiyeyî, sûriyeyî û îranî bihev bidine nasandin. Sinorên siyasî rewşeke wiha afirandibû. Vê yekê jî gengeşeyên berfireh di navbera herêmên cûr bi cûr ên civaka kurdî de afirandin. Gengeş hingî gehiştin nîvrêyeke çareseriyê ku di 21’ê Adara sala 1995’an de Med TV vebû û êdî ji wir û şûnde ragehandina kurdî ya satalît roj ji rojê zêdetir kurd nêzî hev kirin.(3) Wan salan kurdên Başûr xwe ji kurdên Bakur pêşkeftîtir dizanin, kurdên Rojhilat jî xwe xwedî çandeke dewlemendtir û resentir ji kurdên Başûr didan nasandin! Carna jî biqasî ku pêdivî be haya her sê aliyan jî ji kurdên Rojava tunebû!
Bi geşbûna ragihandina kurdî re ew pîvan weke berê neman.
Di perwerdekirina nifşê rewşenbîr û bi taybetî jî ciwanan de malbat wek bingeha herî girîng û esasî a civakê xwedî bandoreke mezin bûye. Ev rastiyeke hemû pêvajoyên jiyana li rû erdê û a hemû civakên dinê ye. Bab û dê dema xwedî nêrînên rewşenbîrane bin, paşeroja kar û xebata çendek ji zarokên malê yê li pey çalakiyên rewşenbîrî an jî siyasî ji bo doza netewî be.
Êdî ew xwe ji civakê cuda nabînin. Di pîşeya xwe de weke hakim û doxtorekî xwedî prensîp tevgerê dikin.
Pêwîstiya bi diyalogê
Ji bo gûherandin û pêşkeftinê di nava rewşenbîrên civakê de diyalogek saxlem pêwîst e. Nabe di asta erkên ji bo bizava siyasî-netewî û rewşenbîr hev û din wendakirnek çêbibe. Bila sazî û rêxistinên siyasî ji hêla rewşenbîran ve bêne rexne kirin û berpirsên wan jî bi milpanî guhdarî rexneyên wan yên dilsozane bikin. Çimkî li pey azmûnên salên bihûrî pirsgirêka herî mezin di navbera rewşenbîr û partiyên kurd de ên çar aliyên Kurdistanê de, “nebûna têgihiştina hevpar di asta pirsa netewî û li berçav girtina berjewendiyên neteweyî” ne.
Hinek ji endamên rêxstinên siyasî li Kurdistanê endambûna rewşenbîran di nav hereketa xwe de wek metirsî û tehdîdekê li hemberî berjewendiyên xwe dibînin. Ew kesên dogmatîk in ku awayê dan-standina Josef Stalîn (1878-1953) a li pey mirina V. Lenîn (1870 – 1924) tevî rewşenbîrên hemû komên etnîkî ên Sovyeta berê bi bîra me tînin. Yanî kesên ku li dijî siyaset û ramanên wî bûn serî li girtîgehên tije tirs û kampên karkirinê ên li Sîbirya derdixistin.
Hakim û çîna rewşenbîr tim li hemberî hev sekinîne lê hêza gûherandinên zanista diyalîktîkê jî tim li pişta çîna rewşenbîr bûye. Gûherandinan pêşkeftin anîne holê û serkêşên civakê ew derfet bi sûda jiyana piraniya gel bikar anîne.
Kar û kiyarên ku tenê di sed salên bihûrî de li Îran, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îraqê li dijî pêşkeftina rewşenbîrên kurd hatine kirin ji yên dîktatirên herî xwînxwar li welatên din nehatine kirin.
Kesayetî û bawerî
Kesayetiya serbixwe û xwedî bawerî pêwîstî bi pêkanîna jiyaneke serbixwe jî heye. Heya em nebine xwedî welatekî serbixwe nabe li benda wê hindê jî bin ku em ê di bin bandora rewşenbîrên fars, tirk û ereb de jî nebin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên rewşenbîr û xwendevanên kurd li çar perçên Kurdistanê, girêdayîbûna bi rewşenbîrên neteweyên serdest ve ye. Nêrîneke sade li tûrên civakî yê baştir me bi vê rastiyê bihesîne. Mînak: dema nivîskar an jî hunermendekî herî naskirî yê kurd bi zimanê kurdî kurtenivîsan li ser dîwarê Facebooka xwe belav dike bi qasî nivîsên wî yên farsî, tirkî an jî erebî rastî pêşwaziyê nayên! Ew wiha dizanin li piraniya çavkanî û teoriyên ku rewşenbîrên me serokaniya xwe jê distînin û hêvênê ramanên nivîskar û bîrmendên ereb, tirk, fars an jî biyanî ne. Her bi vê nêrîna çewt kesên mîna Mihemed Qazî, Selîm Berekat û Yaşar Kemal ketin xizmeta wêje û zimanê farsî, erebî û tirkî. Mixabin di nava nivîskarên kurd de kesên ku piştgermiya xwe bi çand û folklora kurdî ve girê bidin, kêbûne. Sebeba vê ne tenê nezanîna ziman an bi dest neanîna serokaniyane, belkî pîvan cih û ew têrbûna xwedî pênûsên girêdayî navenda desthilatê ye ku ji her alî de xwedî hevkarîyên madî-meinewî ne. Ji ber wê jî erka sereke di çalakiyên sazî, rêxistin û wan rewşenbîrên xwedî hestên netewî de ewe ku bawerî bi diyaloga navxweyî ya civaka kurd hebin. Belkî du mînakên jêr jî ji we re balkêş bin:
Demokrasî bi rêya jin û mêrên rewşenbîr dikare bibe xwedî bihêztirîn stûnên parastina mafên demokrasiyê. Sala 1891an bû ku li welatekî weke Almaniya û elbete di nava dilê sîstemeke seltenetî de du jinên weke Rosa Luxemburkî (1871–1919) û Clara Zetkin (1857-1933) daxwaza mafê dengê jinan dikin. Her du endamên Partiya Sosyal Demokrat bûn. 28 sal piştre li 1919a wan karîn mafê dengdayînê li parlmentoyê bidest bêxin. Ev daxwaz destkefteke mezin bû. Çimkî êdî wan karîn hilbijêrin û bêne hilbijartin jî. Piştre wan ji bo mafên wekhev û xwendinê di hemû waran de dest bi rewşengeriyê di civakê de kirin. Li pey wê şoreşê bû ku êdî dewleta Almaniya ber bi pêşkeftinên mezin ve çû. Li dijî bîr û ramanên kevin ew du jin bûn pêşeng ku heya roja îro jî civak xwe deyndarê ked û fikra wan a pêşverû dizanin.
Di nava pêşengên rêxistinên siyasî ên Kurdistanê de Pêşewa Qazî Mihemed di çend salên karê xwe yê siyasî de buhayekî giran jî dida aliyê çandî û ragihandina kurdî. Wî karî di bin banê avakirina komara Kurdistanê de dehan rewşenbîrên ji çar aliyên welat li dora hev kom bike. Ev jî bû destpêka ronesansekê ku helbestvan û rewşenbîrên weke: Hêmin, Hejar, Heqîqî, Zebîhî û çendîn kesên din xwendingeheke wêjeyî a nû biafrînin. Wan karekî wiha erka yekê ya ser milên rewşenbîrên kurd dizanî ku li rex xizmeta ziman, daxwaza mafên xwe jî bikin û cîhê xwe di nav refên netewe perweriyê de peyda bikin.
Encam
Di vê kurtenivîsê de min zêdetir li ser hinek kêmasiyan û bi çavekî rexneyî ev gotar nivîsî, lê ji bîr nekin ku ji xeynî pêşkeftin û serkeftinê çi çara me nîne. Kesek bi tena serê xwe jî dikare bibe pêşengê gûherandinên mezin.
Hemû artêşe û kêmasiyên civaka me bi “şoreşa zîhniyet” û “bilindkirina asta rewşenbîriyê” re çareser dibin.
Kesên ku serkêşiya karekî wiha jî dikin di pêngava yekê de rewşenbîrên nava civakê ne.
Ji bo vê gotinê jî li rolê rewşenbîrên cihû an jî ermenî binêrin ka çawa di pêvajoyên dîrokî de bûne sedema pêşkeftina ziman û jiyana civaka xwe.
Li gor min zêdetir ji têrkirina zikê xelkê pêwîstiya me bi şoreşeke hemû alî û a zhniyetê an jî têrkirina fikrê heye. Gere eqliyeta civakê bê gûherandin. Ger kurd bi giştî di sîstema xwe a rêveberiyê da xeta ji hev cuda nekin, yê serkeftin gelekî zehmet be. Krîzên aborî-siyasî jî wiha ber bi wan dewlet û welatan ve tên ku hesab û kitabên rojên wiha nakin an jî li dora wan şiwirmendên rewşebîr nîn. Kar û keda me bi tedbîrên dûrbînane yê bibe malê dîrokê.
Bi mînakên wiha re rewşenbîrin ku dikarin di ragehandinê de gotina dilê xwe di nava gel de belav bikin.
Daxwaza serfiraziyê ji we xwendevanên hêja re dikim.
(1). Bi peymana Qesrî Şirîn re Kurdistan kirin du perçe û piştre li sala 1916’an bi peymana Sykes-Picot re Kurdistan di navbera çar welatên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de hate prvekirin ku sê welatê dawiyê nûavabûyî bûn.
(2). Bi Fransî: Jean-Jacques Rousseau.
(3). Gotara min li ser rolê Med TV di lînka jêr de dikarin bixwînin:
http://rewanbej.net/rola-med-tv-di-prosesa-netewebune-de-kaksar-oremar.html