Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewlet dixwaze bi pêşxistina eşîrkanê re kurdan bi kurdan bidin kuştin’

Parlamenter Omer Ocalan anî ziman ku dewlet bi zanebûn careke din hewl dide li bakurê Kurdistanê eşîrkanê, malbatperestî û qebîleperestiyê pêş bixe. Ocalan got ku armanca vê ew e ku kurdan bi kurdan bidin kuştin û divê civaka kurd li dijî vê polîtîkayê baldar be

Li taxa Çeltîk a Sêwerega Rihayê, ji ber nelihevkirina li ser erdan, Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş û Serdar Delen hatibûn kuştin. Ji bo lêkolînê, şandeyeke ku ji parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji hiqûqnasan pêk dihat, çû Sêweregê. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku di şandeyê de cih digire, têkildarî mijarê bi MA’yê re axivî. Ocalan diyar kir ku dewleta tirk dixwaze eşîrtiyê careke din li herêmê bipêş bixe.

Omer Ocalan got ku dewleta tirk bajarê Rihayê weke ‘herêma pîlot’ hilbijartiye û wiha domand: “Li Sêweregê 4 kes bi çekên otomatîk hatin kuştin. 2 kesên din jî erebe lê xistin û kuştin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di serî de Riha, li temamiya Tirkiyeyê mirov tên biçekirin. Li Rihayê çekên otomatîk wekî avê tên belavkirin. Wekî ku tê zanîn di 14’ê hezîrana 2008’an de li Pirsûsê bûyerek qewimî. Lê kiryarên wê nehatin girtin û lêpirsînek nehat destpêkirin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got; ‘pergal ji nû ve eşîrkanê, malbatperestiyê û qebîleperestiyê pêş dixe.’ Li Şirnex û gelek deverên Kurdistanê dewlet pergala eşîrtiyê, herêmparêzî û cerdevaniyê pêş dixe.”

‘Dixwazin kurdan bi kurdan bidin kuştin’

Di berdewamê de jî Ocalan bal kişand ser eşîra Îzolan û wiha got: “Di nava eşîrê de gelek mirovên ji fikrên cuda yên siyasî hene. Dewletê eşîra Îzolan hilbijart û dixwaze eşîrkanê zindîbike û bixe xizmeta dewletê. Bi vê rêbazê jî kurdan bi kurdan bide kuştin. Divê gelê me guh nede van porvakasyonan. Polîtîkayên bi salan bû dihatin ceribandin, dewlet careke din diceribîne. Em baş dizanin ku dewlet  rê li ber vedike ku hev bikujin. Her kes bajarê me nas dike. Bi hezaran mirov weke karkerên demsalî diçin derve. Li hêla din hinek kes an jî malbat xwedî bi hezaran donim erdin. Ji bo ku van erdên xwe zêdetir bikin, pismamên xwe dikujin. Dewlet dixwaze li vir hêzeke navendî çêbike. Vê jî bi ser hin malbatan re pêk tîne. Ev yek zirarê dide Kurdistanê. Divê gelê me li dijî van polîtîkayên qirêj hişyar be.”

‘Saziyên siyasetê erka xwe ranabin’

Parlamenter Omer Ocalan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saziyên siyasetê bi erka xwe ranabin. Ger di nava civakê de bûna û di demê de erka pêk bianîna, ev bûyer rû nedidan. Di vê hêlê de kêmasî hene. Ger di qada civakî de valahî çê bibe, dewlet bi rêbazên xwe dadigire. Birêz Ocalan gelek caran got; ‘Dewlet eşîrkanê, malbatperestî û qebîleperestiyê li dijî kurdan bikartîne.’  Ji ber rewşa siyasî û şer, saziyên siyasetê ji gel dûr ketin. Lê divê êdî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û bikevin nava gel.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar