Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro serdana Tirkiyeyê bike û bi serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan re bicive
Tê payîn îro serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê bike û bi serokkomarê tirk Recep Tayîp Erdogan re bicive.
Ev serdana yekem serdana Nêçîrvan Barzanî ya piştî ku piştî bûye serokê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Serdana Barzanî di demek wisan de ye, rojane balafirên artêşa tirk xaka başûrê Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de xelkê sivîl dibe hedefe. Li gorî hin saziyên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê, Tayîp Erdogan duh gotiye “Sibe mêvanek min ê taybet tê”. Nêçîrvan Barzanî duh jî çûbû Bexda û ligel serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin pêk anîbû. HEWLÊR