Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê peyama Ocalan weşand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê detayên hevdîtina 18’ê hezîranê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û peyama Ocalan weşand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina di 18’ê hezîranê de ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re me di 18’ê hezîrana 2019’an de li Girtîgeha Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anî.

Birêz Ocalan mîna hevdîtinên beriya niha di vê hevdîtinê de jî gelek mijar nirxand û nêrînên xwe parve kir. Bi giranî; grevên birçîbûnê, têkiliyên tirk-kurd, çand, kesayet û dîroka kurdan, gengazî û rewşa li Sûriye û bakurê Sûriyeyê, derfet û rêbazên siyaseta demokratîk-tifaqa demokratîk, siyaseta rojane û bûyerên gengaz ên li Tirkiyeyê nirxand.

Birêz Ocalan di heman demê de der barê siyaseta rojane û bûyerên gengaz de metnek nivîsî ye. Xwest ku ev metn û naveroka hevdîtinê destpêkê bi HDP’ê re bê parvekirin ji ber ku mûxatabê destpêkê ew in. Di çarçoveya daxwaza birêz Ocalan de me nirxandin û nivîsa wî piştî hevdîtinê bi rayedar û desteyên HDP’ê re parve kir û plan kir ku di 21’ê hezîrana 2019’an di roja înê bi raya giştî re parve bikin. Em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku di vê mijarê de ji bilî mûxatabên me bal kişande ser wan, me bi kesî re parve nekiriye.

Dema ku me di çarçoveya plansaziya xwe de amadekarî û hevdîtinên xwe dikir, me di çapemeniyê de parvekirinên kesê bi navê Alî Kemal Ozcan dît. Ozcan îdia kiriye ku di êvara pêncşemê hewl daye bi parêzerên buroya me re têkiliyê deyne û îdia kiriye ku li Îmraliyê hevdîtin kiriye. Agahî li ber destê me nebû ku kesekî ne parêzer biçe Îmraliyê. Ji 2’yê gulanê û şûnde di hevdîtinan hemûyan de, em peyamên muwekîlê xwe destpêkê bi mûxataban re piştre jî bi raya giştî re parve dikin. Haya me ji girîngiya sekn û girîngiya muwekîlê me ya civakî û polîtîk heye, lewma di daxuyaniyên xwe de em hewl didin bi vê berpirsyariyê û baldariyê tevbigerin. Ji ber vê yekê ji 2’yê gulanê û vir ve her kes û saziyên ku der barê muwekîlê me de hewl dide têkiliyê bi me re deyne, em neçar in bi vê baldarî û berpirsyariyê nêzî wan bibin. Xisûsên der barê hevdîtina ku Ozcan dibêje pêk aniye, şêweyê parvekirinê bi raya giştî re û gotinên ku bi kar aniye wî eleqedar dikin. Bêyî ku em hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, em nikarin teyît bikin an jî bersivê bidin.

Nivîsa ku birêz Ocalan di hevdîtina me ya di 18’ê hezîrana 2019’an de nivîsî, di pêveka daxuyaniyê de em bi raya giştî re parve dikin.

Birêz Ocalan anî ziman ku gotina metnê bi wesfa pirtûkê ye û di çarçoveya naveroka metnê de nêrîn û pêşniyarên xwe kir.

Destnîşan kir ku ji bo çareseriyê wê peyamên wî yên berfireh hebin û ew ji vê re dibêje ‘hêvî’. Careke din bal kişand ser zimanê dijberkirinê yê ku di hevdîtinên beriya niha de anîbû ziman û diyar kir ku divê rêya sêyemîn bê parastin.

Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de anî ziman ku tifaqa demokrasiyê divê nebe mijara dudiliyê û destnîşan kir ku divê HDP rêya sêyemîn ji bo xwe esas bibîne û vê yekê biparêze. Diyar kir ku ev rewşa rewşa du bendî ji destpêka avabûna komarê û vir ve heye, di van şert û mercan de avakirin û birêvebirina tifaqa demokrasiyê û HDP’ê ku weke partiyeke ji xeta sêyemîn ava bû, karekî tehlûke û wêrekî ye. Got, divê HDP weke tifaqeke demokratîk bi wêrekî û bi aqil mîna katalîzorekê siyaseta çareseriyê û danûstandinên demokratîk biafirîne ku hemû partî û rêxistinên siyasî vexwendîne demokratîkbûnê.

Birêz Ocalan anî ziman ku, feraseta tifaqa demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye divê nebe sparteyek ji nîqaşên rojane yên hilbijartinê re û diyar kir ku mebesta wî lihevkirina civakî ye, tevnedana dubendîtiyê ye. Di wê nêrînê de ye ku siyaseta bendîtiyê bi gotinên xwe yên heqaretê û demagojiyê siyaseta şer dimeşîne, HDP divê rêya xwe biparêze. Anî ziman ku divê ev xisûs bi HDP’ê re bê nîqaşkirin û diyar kir kutevî vê yekê jî HDP xebatên xwe bi xwe dike û biryarên xwe dê bi xwe bide.

Birêz Ocalan xwedî wê nêrînê ye ku HDP partiyeke tifaqa demokratîk û danûstandinên demokratîk e, ji bo pêkanîna vê yekê jî HDP ku partiya tifaqan e divê bi tifaqên xwe siyaseta xwe xurtir bike. Anî ziman ku ji rêxistiniya herî biçûk a civakê, ji gund heta asta herî jor gelek pirsgirêk hene, giştiya van pirsgirêkan jî qada siyasetê ye û siyaset divê çareseriyeke demokratîk biafirîne.

Destnîşan kir ku divê li ser sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî siyaseta demokratîk bê afirandin û ji bo hiqûqa gerdûnî jî pênaseya Tifaqa Destûra Bingehîn a Demokratîk pêşniyar kiriye. Diyar kir ku di nava hiqûqa gerdûnî de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk dikare bê peydakirin. Bi bîr xist ku di belavoka ji heft xalan de xeta Tifaqa Demokratîk jî hatiye destnîşankirin.

Di mijara têkiliyên tirk-kurd de mîna hevdîtinên dawî nirxandinên xwe domandiye. Weke ku beriya niha gelek caran anî ziman, diyar kir ku têkiliyên kurd-tirk beramberî hev in, ger ku kurd nebûna tirk jî nedibûn, ên ku deriyên Anatoliyayê li tirkan vekirin, li Melezgirê kurd bûn, Osmaniyan her wiha li Çaldiran û Mercîdabikê bi lihevkirina bi kurdan re bi pêş ve çûn. Destnîşan kir ku heman rewş yekalî nîne û ji bo kurdan jî derbas dibe. Li gorî birêz Ocalan divê bê lêpirsîn û aşkerakirin ku ev hevgirtina kurd û tirkan ji aliyê kê ve çawa û kengî hatiye qedandin û kîjan hêz bûye sedemê vê yekê. Anî ziman ku piştî ev hevgirtin bi dawî bû gelek raperînan rû dan, qirkirinên mezin pêk hatin û destnîşan kir ku rêbaza wî cuda ye, tevî bûyerên ku di nava çil salên dawî de qewimîn her tim komkujiyên mezintir asteng kiriye û her kes bi vê zane.

Birêz Ocalan di hevdîtinê de der barê rêbaza xwe ya siyasê de got; heta roja îro bi fikir, hilberîn û afirîneriyê hewl daye siyasetê bike û pirsgirêkan çareser bike. Bal kişand ser hebûna bi hezaran kesên pê ve girêdayî ne ku bi taybetî di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de jî derkete holê û anî ziman ku li gel vê yekê ew qebûl nake ku ewqas kar û pirsgirêkên civakî hîn nehatine çareserkirin. Anî ziman ku bar hemû li ser milê wî hatiye hiştin, fedakarî bi tena serê xwe têrê nake, bi aqil, afirînerî û siyaseta ku pirsgirêkan çareser dike her kes dikare li ser hin tiştan raweste. Sermeselê; ji bo dema bê Şaredariya Demokratîk meraq dike ku wê çiqasî bi pêş bikeve.

Birêz Ocalan di mijara Sûriyeyê de girîng dibîne ku kurd bi siyaseta avakirinê ya bi ereban û gelên din re dewleta Sûriyeyê ji bo çareseriya destûra bingehîn qanih bike. Destnîşan kir ku li dijî rûxandin û îmhaya gengaz yekane rêya ku vê yekê asteng bike ev e.

Di mijara çand, kesayetî û dîroka kurdan de nêrînên xwe yên hevdîtinên beriya niha domand û di ser mijarên; Mem û Zîn û Cizîrê re nirxandin kir. Got, tevî ku 400 sal di ser re derbas bûne jî siya Mem û Zîn hîn li ser Cizîrê ye. Dema ku mijarên çand, cografya û dîroka Cizîrê dinirxand, bal kişand ser ‘Keça Kurd a Êzidî’ Bêrîvan ku di dîroka Cizîrê de kesayeteke girîng e û bi vî rengî nêrînên xwe yên der barê êzidiyan de parve kir. Birêz Ocalan diyar kir ku çanda kurd bi rengekî rast nayê hînkirin û nayê jiyîn û rewşeke tirsnak e ku kurd niha kurdî hînî zarokên xwe nakin.

21.06.2019

Bi rêzdarî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê”

Peyama Ocalan

Peyama Ocalan wiha ye:

“Ji raya giştî re

Di mijara înîsiyatîfa xwe ya şexsî de ku bi wesîleya bidawîbûna rojiya mirinê û grevên birçîbûnê min bi kar anî, li gorî rewş û bûyerên gengaz min pêwîstî dît ku vê daxuyaniyê bidim.

Min qala helwesteke hîn kûr û vekirî ya der barê Pêvajoya Çareseriyê kir. Ji vê perspektîfê min li rewşa heyî temaşe kir. Şêwazê ku mohra xwe li dema piştî pêvajoya çareseriyê xist, a ku dudiliya kevneşop a Tirkiyeyê didomîne û timî rê li ber şer û dubendiyê vedike, di serî de pirsgirêka kurd pirsgirêkên civakî hemû girantir kiriye. Li dijî vê rastiya ku tifaqên Cûmhûr û Millet, vebijêrka tifaqa demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye û danûstandinên demokratîk, ji xwe re çareseriyê esas digire.

Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste.

Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.

18.06.2019 Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê

Abdullah Ocalan” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar